TEV-DEM: Dewleta Tirk li Efrînê hetikî ye û şepirze bûye!
TEV-DEM’ê got, ‘Ji bo dewleta Tirk û dîktator Erdogan encama ku derketî holê bi temamî fiyasko ye. Têkçûna wan wê gelek derfetên nû bîne’ û bang kir ku li destekê bidin berxwedana Efrînê.
TEV-DEM’ê got, ‘Ji bo dewleta Tirk û dîktator Erdogan encama ku derketî holê bi temamî fiyasko ye. Têkçûna wan wê gelek derfetên nû bîne’ û bang kir ku li destekê bidin berxwedana Efrînê.
Hevserokatiya TEV-DEM′ê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir û da zanîn ku îro mirovahî careke şahidiyê ji berxwedaneke dîrokî re dike.
Hesvserokatiyê ji bo salvegera 4′emîn a rizgarkirina kela berxwedanê (Kobanê) daxuyaniyek da raya giştî.
‘ÇETE DEMA KU DIŞIKIN ÊRÎŞÊ TÎNIN’
Daxuyanî wiha ye:
″Van ojên rizgarkirina Kobanê de mirovahî careke din şahidiyê ji berxwedaneke dîrokî û bêhempa re dike. Ev 8 roj in gelên li Efrînê û hêzên parastinê yên li Efrînê mil dane hevdû û li dijî faşîzm, dîktatorî û dagirkeriyê li ber xwe didin. Di van 8 rojan de qehremanên ku bi ruhekî fedaî li ber xwe dan û şehîd ketin em bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî van şehîdên nemir ditewînin. Her wiha em hemû hêzên me yên parastinê ku li hemberî faşîzm, dîktatorî û dagirkeriyê li ber xwe didin û dîsa berxwedan û helwesta gelê me yên li Efrînê bi germahî silav dikin.
Dewleta dagirker a Tirkiyê siyaset û stratejiya xwe li ser dijminantiya gelan, taybet jî li ser dijminantiya gelê Kurd ava kiriye. Di her şert û mercan de ev dijminantiya xwe ya li hemberî gelê Kurd û hemû gelên xwedî têkoşîn û azadîxwaz nîşan daye û hertim bi awayekî hovane êrîş kiriye. Dewleta dagirker a Tirkiyê di dîroka xwe de li hemberî gelan hertim komkujî pêk aniye û di roja îro de jî hewl dide ku komkujiyek din li Efrînê pêk bîne. Dîktatoriya Erdogan û faşîzma AKP-MHP’ê di siyaseta xwe ya hundir de çiqasî dikeve nava aloziyê, lawaz dibe û ber bi têkçûnê ve diçe li hemberî gelê Kurd û gelên li Rojhilata Navîn ewqasî har dibe û hewl dide ku daxwazên xwe yên dagirkeriyê bi awayekî zordestî û zalîmane pêk bîne.
Di roja îro de dewleta dagirker a Tirkiyê û dîktatoriya Erdogan ne tenê li ser serê gelê Kurd, li ser serê gelên Ereb, Xiristiyan, Tirkmen, Çeçen û Çerkez û heta li ser serê mirovahiyê jî bûye bela. Dîktatoriya Erdogan li gel ku bi hemû cîhanê re bikeve nava nakokiyê û bibin dijminên hev jî dev ji siyaseta xwe ya dagirkerî û desthilatdariya faşîst bernade. Çima ku dîktatoriya Erdogan û dewleta AKP’ê ji bo desthilatdariya xwe bidomîne û bikaribe mayînde bibe derveyî hilbijêrka zordestî û hovîtiyê tu riyên din ji xwe re nehiştiye. Dîktatoriya Erdogan û dewleta AKP’ê ji destpêka qewimînên li Sûriyê rûdan û heta roja îro li hemberî têkoşîn û azadiya gelê Kurd bi hemû hêz û derfetên xwe piştgiriya çeteyên faşîst DAÎŞ, Nûsra û hêzên paravan kir. Li ber çavên hemû cîhanê bi awayekî eşkere piştgiriya çeteyên faşîst û hovane kir.
‘BI TEMAMÎ FIYASKO YE’
Lê wexta çeteyên faşîst DAÎŞ li hemberî berxwedana gelê Kurd û gelên li bakurê Sûriyê têk çû, vê carê di bin dîktatoriya Erdogan de artêşa dagirker a Tirkiyê rastûrast dest bi êrîşên li ser gelê Kurd û axa bakurê Sûriyê kir. Îro roja 8’an e ku gund, bajarok û bajarên Efrînê ji aliyê balafirên şer, hawan, top û obûsan ve tê bombekirin. Artêşa dagirker li gel çeteyan bi teknîka herî pêşketî şerekî bêexlaq û dijwar li hemberî gelên li Efrînê dimeşîne. Artêşa dagirker bi hezaran eskerên xwe û bi çeteyên paravan weke OSO hewl dide ku Efrînê dagir bike. Di van 8 rojan de encama ku ji bo artêşa dagirker a Tirkiyê û dîktatoriya Erdogan derketiye holê bi temamî fiyasko ye.
‘TÊKÇÛNA DEWLETA TIRK WÊ GELEK DERFETAN BÎNE’
Li hemberî îradeya gelên li Efrînê û şervanên QSD, YPG û YPJ’ê perîşan bûne. Lê artêşa dagirker a Tirkiyê encax bi balafirên şer, hawan, top û obûsan karîbû bi dehan zarok, jin û kesên sivîl bi awayekî hovîtî qetil bikira. Her wiha gund, bajarok û bajarên Efrînê bombebaran bikira. Lê ev bombebaran û êrîşên artêşa dagirker li dîwarê berxwedanê dikevin û têkçûna dîktatoriya Erdogan leztir dike. Gelê Efrînê bi yek ruh, bi yek îrade li ber xwe dide, ji gund û bajarên xwe dernakevin û heta dawîn diparêzin û ew ê biparêzin jî.
Li Efrînê têkçûna dewleta dagirker a Tirkiyê ew ê bi xwe re gelek derfetan ava bike û deriyên nû veke. Bi azadiya gelê Kurd re di heman demê de ji bo gelên li Sûriyê jî çareseriyek demokratîk, adîlane, azad û mayînde ew ê pêş bikeve. Li Efrînê têkçûna faşîzm û dagirkeriya dewleta Tirkiyê ew ê demokratîkbûna Rojhilata Navîn, jiyaneke hevbeş, azad û demokratîk a gelan bi xwe re bîne. Ji ber vê jî di van rojên dîrokî de pêwîstî heye ku li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat gelê Kurd, dostên gelê Kurd û hêzên demokratîk û azadîxwaz 24 saetan li ser piyan bin û li berxwedana Efrînê xwedî derkevin.
Roj ew roj e ku hemû partî, rêxistin, kesayetên Kurd bi perspektîfa yekitiya neteweyî di van rojên dîrokî de yekitiya xwe ava bikin û rola xwe ya dîrokî û bi rûmet bilîzin. Roj ew roj e ku gelê Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê bibin yek ruh û yek îrade. Dîsa li hemberî dagirkeriya dewleta dagirker a Tirkiyê di serî de gelê Kurd û hemû gelên li Sûriyê ew ê xwe bispêrin hêzên xwe yên rêxistinkirî û li hemberî her cureyên êrîşan li ber xwe bidin. Ji niha ve em dikarin bêjin ku dawiya vê berxwedanê ew ê mûhteşem be. Dewleta dagirker a Tirkiyê û dîktatoriya Erdogan li beranberî îrade û berxwedana gelan hejmara artêşa wê û çeteyên wê çiqas dibe bila bibe û kîjan teknîka pêşketî bi kar tînin bila bînin encam ew ê têkçûna wan be. Di dîrokê de hatiye dîtin û îspatkirin ku tu tişt ji hêz, îrade û berxwedana gelan ne xurtir e. Çawa ku îradeya gelan bi berxwedana Kobanê hêza dagirkeriya dewleta Tirkiyê û çeteyên faşîst DAÎŞ bi hev re şikand, dewleta dagirker a Tirkiyê jî ew ê li Efrînê derbeyek xedar bixwe û teqez têk biçe.
Di van rojên dîrokî de berxwedana Efrînê ya li hemberî dagirkeriya dewleta dagirker a Tirkiyê weke kaxiza turnûsolê ye. Kesên ku alîgirê demokrasî, nirxên mirovahiyê, wekhevî, azadî û jiyana wekhev in bi sekn û helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyê ve ew ê diyar bibin. Pêwîstî heye ku gelê Kurd û gelên li bakurê Sûriyê Ereb, Suryan, Asûr, Ermen, Tirkmen, Çerkez û Çeçen her li ku derê bin divê helwesta xwe diyar bikin û bi her awayî 24 saetan li ser piyan bin. Dîsa hêzên şoreşger, sosyalîst, demokrat û hêzên xwedî wijdan ku xwe li hemberî nirxên mirovahiyê berpirsyar dibînin divê li tevahiya cîhanê xwedî helwest bin û li hemberî bombardimana li ser Efrînê ku jin, zarok û kesên sivîl tên kuştin dengê xwe bilind bikin û li Efrînê xwedî derkevin. Her wiha hêzên xwe li ser qedera Sûriyê berpirsyar dibînin Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa, Amerîka û Rûsya jî li hemberî ev neheqî û komkujiya dewleta Tirkiyê ya li ser sivîlan rojane pêk tînin bêdeng nemînin. Li Efrînê nirxên mirovahiyê tên binpêkirin. Her kî li hemberî ev hovîtiya dewleta dagirker a Tirkiyê xwe li bêdengiyê dayne û bibe şirîkê vê komkujiyê di nava rûpelên dîrokê de weke kesên rûreş û alîgirên komkujiyê ew ê cih bigirin.
‘WÊ BERXWEDANA EFRÎNÊ BI SER BIKEVE’
Gelê me yên li Efrînê û hêzên parastinê bi ruhê berxwedana Şêxmeqsûd û berxwedana Kobanê destaneke nû dinivîsînin. Bi îrade û biryardariyeke mezin warên xwe, gund û bajarên xwe terk nakin û li ber xwe didin. Em careke din ev berxwedaniya 8 rojan a li Efrînê pîroz dikin. Li hemberî ev îrade û berxwedaniya li Efrînê dewleta dagirker a Tirkiyê teqez ew ê derbeyek xedar bixwe û ji niha ve diyar e ku berxwedaniya Efrînê ew ê bi ser bikeve û qezenc bike.″