Leşkerên li Reco yê lê hatin xistin rakirin nexweşxaneyên Kilîs û Hatayê
Leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser sînorên Efrînê di şer de hatin kuştin û birîndarkirin bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Kilîs û Hatayê.
Leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser sînorên Efrînê di şer de hatin kuştin û birîndarkirin bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Kilîs û Hatayê.
Li xeta sînor a Aktepe ya dikeve sînorê navçeya Kirikhan a Hatayê, hat îdîakirin ku di şerê îro qewimî de gelek leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin kutşin û birîndarkirin.
Li gorî agahiyên hatin girtin, kuştî û birîndarên şer bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Kilîs û Hatayê.
Piştî ku ambûlansên Kirikhanê têra birîndar û kuştina nekirin, ji Kilîs û Hatayê jî ambûlans hatin sewqkirin.