Bêrîtan li gelek navendên Rojava hat bibîranîn
Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera şehadeta xwe de li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hate bibîranîn.
Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera şehadeta xwe de li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hate bibîranîn.
Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di 25’ê Cotmeha 1992’yan de li dijî xiyaneta PDK’ê şer kir û ji bo teslîmî xiyanetê nebe xwe ji zinar avêt û şehîd bû. Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan li navenda Baqî Xido ya Çandê û Hunerê ya li bajarê Kobanê merasîma bibîranînê li dar xist. Endamên saziyên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê, nûnerên partiyên siyasî û şêniyên bajarê Kobanê beşdarî merasîmê bûn.
Piştî rêzgirtinê endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Macîda Hesûn axaftinek kir. Macîda Hesûn, Bêrîtan bi bîr anî û got: “Şehîd Bêrîtan bi şehadeta xwe ji bo her jineke azadîxwaz rê ronî kir.”
Macîda Hesûn soz da ku ew ê li hember dagirker û xayînan têkoşînê mezin bikin.
MINBIC
Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Minbicê û gundewarê wê li hola Meclîsa Zagonsaz bi merasîmekê Şehîd Bêrîtan bi bîr anî. Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîte, saziyên girêdayî wan, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbya, partiyên siyasî, Nivîsgeha Wafîdî Şehba û Efrîn, meclîsên sivîl, rûspiyên eşîran, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Meclîsa Leşkerî ya Jinan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û rêxistinên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre şêwirmenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Mizgîn Cotkar axivî û got: “Şehîd Bêrîtan zemîna berxwedana jinan danî, rê li pêşiya gel vekir ku azadiya jinan nas bikin.”
Mizgîn Cotkar diayr kir ku Şehîd Bêrîtan sembola azadî, lehengî û wêrekiyê ye û bûye nasnameya hêzên gerîla.
Piştre li ser jiyana şehîd Bêrîtan sînevîzyonek hat pêşandan.
Merasîm bi dirûşmeyên “Berxwedan jiyan e” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
ŞEHBA
Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehbayê, koçberên Efrînê û şêniyên herêma Şehbayê bi boneya salvegera 31’emîn a şehadeta wê, Şehîd Berîtan (Gulnaz Karataş) li Hola Mîtan a navçeya Ehdasê bi bîr anî.
Di merasîma bîranînê de endama Kongra Star Berjîn Efrîn axivî û bal kişand ser kesayeta Şehîd Bêrîtan û got: “Fermandar Bêrîtan bi şehadeta xwe hişt ku bi milyonan jinên Kurd tevlî nava refên azadiyê bibin.”
Piştî axaftinê li ser jiyana Şehîd Bêrîtan sînevîzyonek hat tamaşekirin û koma Şehîd Hêva stran gotin.
Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.
REQA
Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbya li navenda xwe ya li bajêr semînerek li dar xist. Endamên saziyên sivîl, rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên li bajêr beşdarî semînerê bûn.
Semînerê bi rêzgirtinê û vêxistina findan ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan dest pê kir.
Semîner ji aliyê endama rêveberiya Koordînasyona MeclÎsa Kombûna Jinan a Zenûbya Buseyne Ebdo ve hat dayîn. Buseyne got: “Şehadeta Bêrîtan ji bo xurtkirina hêza jinan peyamek bû. Şehîd Bêrîtan di kesayeta xwe de rastiya dîroka jinên Kurdistanê li hember zihniyeta ku înkarkirina jinan û îradeya jinan armanc dike, temsîl dike. Divê em têkoşîna li dijî zihniyeta înkarê û planên xiyanetê bidomînin.”
Di dawiya semînerê de sînevîzyonek têkildarî jiyana Şehîd Bêrîtan hat nîşandan.