Hevserokê Meclîsa Kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo derbarê pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, ji ANF’ê re axivî. Elo diyar kir ku bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê kaosên cîhanî çareser bibin.
Bekir Elo ragihand ku cîhan di nava krîzeke piralî de ye û wiha got: "Aloziyên aborî, siyasî, civakî û hwd. hiştiye ku cîhan di kaoseke xeter û kûr de derbas bibe. Sedemên van kirîzan jî diyar in; hegemoniya, modernîteya kapîtalîzm û dewlet netew e. Me şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn derbas kirin û niha em di yê sêyemîn de ne. Krîzên cîhanî her ku diçe kûr dibin û bê çareserî dimîne. Cîhan li ber xeteriyeke mezin e û îhtîmala şerên nuklerî jî heye. Cîhan niha di ferqa wê de ye ku gerdûna me li ber xeteriyê ye, ji ber wê akademisyan, rewşenbîr û partiyên ku dibêjin em ji bo civakê kar dikin diyar kirin ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bixebitin. Ji ber pê hesiyan ku tenê fikir û felsefeya Rêber Apo dikare van krîzan, çareser bike. Ji ber wê jî di vê dawiyê de gelek partî, kesên rewşenbîr û azadîxwaz pêngava ‘Ji Abullah Ocalan re azadî, ji doza Kurdan re çareserî’ li ser asta navneteweyî, dan destpêkirin. Ji ber ku van kesayetan fikir û felsefeya Rêbertî û kûrahiya wê nas kirin."
Bekir Elo anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan azadiya Kurdan û hemû pêkhateyan e û destnîşan kir ku divê ew çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn zêdetir bikin.
Hevserokê Meclîsa Kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Mirov li dîrokê binêre wê bibîne ku fîlozofan fikir û felesefe dane civakan, lê em niha dibînin desthilatdariyê ew fikir û felsefe li gorî xwe bi kar anîne. Lê ji bo Rêber Apo jî desthildarî dixwaze dîsa rastiya Rêbertî berovajî bike. Em niha li Şehbayê bi hemû pêkhateyên xwe ve têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidomînin. Çi derfet di destê me de heye pêwîste ji bo azadiya xwe û azadiya gelan em bi kar bînin, ji ber azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e."