Şervanên Ereb li akademiya QSD'ê de ne

Şervanên Ereb ên li akademiya QSD'ê perwerdeyê dibînin, li gel perwedeya çekên ferdî her wiha têkildarî dîroka gelên Kurd û Ereb û çanda wan ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve xwe perwerde dikin.

Temamiya şervanên ku li Akademiya Şehîd Çekjîn a li Eyn Îsayê perwedeyê dibînin ciwanên Ereb ên dilxwazin.

Ciwanên Ereb ên ji Reqa, Tebqa û Eyn Îsayê hatin, ji bo li dijî hêzên dagirker şer bikin; ji bo xaka xwe, bajarê xwe ji dagirkeriya Tirk biparêzin xwe perwerde dikin.

Ji ciwanên tevlî perwerdeyê bûne Sîwar Tebqa diyar kir ku ew dixwazin xaka xwe ji hêzên dagirker biparêzin û dema ku bi vî karî rabûn wê yekîtiya gelan jî biparêzin.

Hanî Mehmûd Elhoşî jî diyar kir ku ew di perwerdeyeke gelekî baş re derbas bûne, ji bo welatê xwe ji çeteyan û dagirkerên Tirk biparêzin û qadên dagirkirî rizgar bikin wan xwe xurt kirine.

Baran Reqa jî destnîşan kir ku ew bi xwişk û birayên xwe yên Kurd serbilind e û got, "Ez; şervanekî QSD'ê, li ku xwişk û birayên me hebin ku mafên wan tên binpêkirin, em bi wan re ne. Em ê bi hev re li ber dagirkeriya Tirk rabin."