Şervanê QSD'ê Ciwan Efrîn şehîd bû
QSD'ê ragihand ku şervanê wan ê li gundê Boxazê yê Kobanê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû Ciwan Efrîn e.
QSD'ê ragihand ku şervanê wan ê li gundê Boxazê yê Kobanê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû Ciwan Efrîn e.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya şervanê xwe Ciwan Efrîn ê di 15′ê Mijdarê de di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Berfirehiya daxuyaniya QSD′ê wiha ye:
"Hêzên dewleta Tirk a dagirker rojane komkujiyên li dijî gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dikin, di êrişên xwe de balafirên bêmirov û çekên giran bi kar tînin. Lê tu bertekeke exlaqî li hember van êrişan nayê dayîn.
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk li gundê Boxaz ê başûrê Kobanê bombebaran kir, di encamê de şervan Ciwan Efrîn (Ciwan Ebdo Hesen Hemkero) şehîd bû.
Hevrêyê me yê şehîd ji malbateke welatparêz e, li derdoreke welatparêzî û fedakariyê mezin bû. Bi wê re li gel wî kesayeteke wêrek û berxwedêr ava bû. Tevahî erkên xwe bi rêk û pêk pêk dianîn.
Em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdan re dixwazin û soz didin hevrêyê xwe ku tola wî û hemû şehîdan ji dijmin hilînin û doza xwe bi serketinê tacîdar bikin.”
NASNAMEYA ŞEHÎD
Navê tevgerî: Ciwan Efrîn
Nav û paşnav: Ciwan Hesen Hemkero
Navê dayikê: Fehîme
Navê bav: Ebdo
Cih û dîroka jidayikbûnê: Efrîn, 2002
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, gundê Boxaz, 15.11.2023