Şêniyên Reqa, Qamişlo û Kobanê li dijî dewleta Tirk meşiyan

Li Reqa, Qamişlo û Kobanê, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de êrişên li dijî jinên li Efrînê û qetilkirina ciwanê ku li muzîka Kurdî guhdarî dikir hatin şermezarkirin.

Li Reqa, Qamişlo û Kobanê, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de êrişên li dijî jinên li Efrînê û qetilkirina ciwanê ku li muzîka Kurdî guhdarî dikir hatin şermezarkirin.

REQA

Bi sedan jin bi pêşengiya Rêveberiya Jinê ya Reqayê li kolana Basilê li hev kom bûn û êrişên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî bi taybetî yên li Efrînê li dijî jinan dikin hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Êrişên li dijî jinên Efrînî li dijî jinên tevahiya cîhanê ne" hate hildan û li dijî dagirkeriyê dirûşmên berxwedanê hatin qîrîn.

Di dawiya meşê de ji Rêveberiya Jinê ya Reqayê Xaliya Kecwan axivî û destnîşan kir ku berxwedana bi pêşengiya jinan a li dijî dagirkeran wê bidome.

Saziyên Civaka Sivîl ên Reqayê jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê êşkenceya li jinên Efrînî hate kirin şermezar kirin.

QAMIŞLO

Li navçeya Til Koçerê ya Qamişloyê jin bi pêşengiya Kongreya Star li hev kom bûn û êrişa li dijî jinan a li Efrîna dagirkirî şermezar kirin.

Endama Rêveberiya Kongreya Star Mûna Mezel di daxuyaniyê de got, "Dema dawî êrişên li dijî jinan zêde bûn. Jin ji aliyê çeteyan ve tên revandin, tên girtin û êrişên zayendî li dijî wan tên kirin. Rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya navneteweyî divê helwestê li dijî vî sûcê li hemberî mirovahiyê bidin. Divê têkildarî kiryarên li Efrînê lêpirsîneke navneteweyî bê destpêkirin."

KOBANÊ

Hunermendên Kurd ên ji Kobanê jî ji bo Bariş Çakan ê ji ber guhdarîkirina li muzîka Kurdî hate qetilkirin, li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido daxuyanî dan. Zîlan Hemo bi navê hunermendan axivî û got, "Dewleta Tirk li dijî Kurdan polîtîkaya asîmîlasyonê dimeşîne. Her roj êrişê dibe ser huner, çand, siyasetmedar, çapemenî û rewşenbîrên Kurdan. Em êrişên faşîst ên dewleta Tirk ên bi her rengî şermezar dikin. Em ê bi biryardarî stranên Kurdî bêjin, helbestên Kurdî bixwînin."