Bi hezaran kes ji şêniyên Efrîn û Şehbayê, li pêşiya gundê Til Qerah ê Şehbayê li hev kom bûn û bi pêşengiya TEV-DEM'ê meşeke girseyî lidar xistin.
Girseya gel bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Azadî ji rêberê neteweyî re" û bi wêneyên Rêberê Gelêw Kurd Abdullah Ocalan heta Kampa Serdemê meşiya.
Li kampa Serdemê jî ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştre bi navê TEV-DEM'ê Hisên Wilo, bi navê Înîsiyatîfa Gel Şaziye Îbrahîm axivîn.
Qisekeran tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, "Îro fikir û felsefeya Rêber Apo li cîhanê belav bûye. Lewma weke gel em ê her tim weke xelekek ji agir li dora Rêber Apo bin."