Şehîd Usama El Abdullah hate veşartin

Endamê Hêza Xweparastinê şehîd Usama El Abdullah li Goristana Dêrikê ya Xebat Dêrik hate veşartin.

Endamê Hêza Xweparastinê şehîd Usama El Abdullah li ser peywira xwe şehîd bûbû. El Abdulllah li Goristana Dêrikê ya Xebat Dêrik hate veşartin.

Şêwirmendê Hêzên Xweparastinê Salih îbrahîm sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Hevserokê Meclîsa Dêrikê SahiB Osman jî diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jiyana hevpar a gelan têdikoşin.

Piştî axaftinan belgeya şehadetê ya şehîd Usama El Abdullah hate xwendin û teslîmî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi slogan û tilîliyên dayikan hate veşartin.