Şehîd Milîtan û Mehmûd bi merasîmeke girseyî hatin veşartin

Cenazeyên şehîd Milîtan Kobanê (Hecî Xelîl) û Mehmûd Kobanê (Mehmûd El Oso) li Kobanê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Şervanên QSD'ê Milîtan Kobanê (Hecî Xelîl) û Mehmûd Kobanê (Mehmûd El Oso) di 23'ê Mijdara 2023'an de li Hesekê li ser erka xwe şehîd bûn. Cenazeyên herdu şehîdan li goristana Şehîd Dîcle ya li Başûrê Kobanê bi merasîmekê hate veşartin.

Ji şêniyên herêma Firatê bi sedan kes tevî nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, Malbatên Şehîdan tevlî merasîmê bûn.

Endamê Meclîsa Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce li merasîmê axivî û diyar kir ku ew bi saya şehîdan gihîştine vê astê.

Ehmed Xoce got, "Şehîd Milîtan û Mehmûd ji bo gelê xwe canê xwe feda kirin û destketiyên şoreşê parastin."

Endama Rêveberiya Kongra Star a navçeya Şêranê Litfiye Silêman jî got, "Navê şehîdên me wê bi tîpên zêrîn li dîroka Kurdistanê bêne nivîsandin. Em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin."

Piştre birayê şehîd Mehmûd Ednan Oso axivî û diyar kir ku ew ê li ser şopa şehîdan, xwedî li nirxên şehîdên xwe derkevin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan li ber dirûşman hatin veşartin.