Şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên xwe hatin bibîranîn
Endama Komîteya Navendî ya PYD'ê Şîlan Kobanê û hevrêyên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl ku di 29'ê Mijdara 2004'an de li Mûsilê bi komployekê şehîd bibûn, li gelek navendê Rojava hatin bibîranîn.
Endama Komîteya Navendî ya PYD'ê Şîlan Kobanê û hevrêyên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl ku di 29'ê Mijdara 2004'an de li Mûsilê bi komployekê şehîd bibûn, li gelek navendê Rojava hatin bibîranîn.
Endama Komîteya Navendî ya PYD'ê Şîlan Kobanê û hevrêyên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl ku di 29'ê Mijdara 2004'an de li Mûsilê bi komployekê şehîd bibûn, li gelek navendê Bakur û Rohilatê Sûriyeyê hatin bibîranîn.
ŞEHBA
Endama Komîteya Navendî ya PYD'ê Şîlan Kobanê û hevrêyên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl ku di 29'ê Mijdara 2004'an de li Mûsilê bi komployekê şehîd bibûn, bi civînekê li Şahbayê hatin bibîranîn.
Di civînan de endamên PYD′ê Welîd Dîngilî, Luqman Jaro, Sureye Mistefa û Yildiz Mihemed axivîn.
Axêveran şehîd Şîlan û hevrêyên wê bi bîr anîn û gotin: "Di hemû şoreşan de têkoşerên pêşeng hene ku şoreşê ber bi serkeftinê ve dibin. Gelek têkoşer û fermandar ji bo serxistina şoreşê canê xwe dan. Şehîd Şîlan û hevrêyên wê jî ji wan in. Ew di encama komployeke de ku îstîxbarata partiya Baas a Sûriyeyê û hikûmeta Tirk plan kiribû, hatin şehîdxistin.”
KANTONA HESEKÊ
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê ya Hesekê, bi daxuyaniyekê şehîd Şîlan û hevrêyên wê bi beşdariya xelkê navçe, endamên sazî û meclîsên navçeyê bi bîr anîn. Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Foza Yûsif daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de şehîd Şîlan û hevrêyên wê hatin bibîranîn û hate gotin şehîd Şîlan fermandarê PYD′ê bû ji lew re hate hedefgirtin û bi şehîdxistina wê xiyanet hate aşkerakirin.
Her wiha PYD′ê li navçeya Holê şehîd Şîlan û hevrêyên wê bi civînekê li eywana partiyê û bi beşdariya xelkê navçe, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî bi bîr anîn.
Di civnê de hevseroka Meclîsa Navçeya Holê Wefa Îbrahîm axivî û bi awayekî kurt bal kişand ser rêwîtiya têkoşîna şehîd Şîlan û anî ziman ku ji destpêka damezrandina PYD′ê ve şehîd Şîlan hewl da fikra demokratîk di nava tevahîî gelan de belav bike û li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tê koşiya.
Li navçeya Til Birakê jî civînek hate lidarxistin. Di civînê de endama Rêveberiya PYD′ê Seher El Mehmûd axivî û bang li tevahî gelan kir ku hevgirtî bin û li dijî planên dijmin bisekinin û wiha got: "Hedefgirtina hevrêyên me û damezrînerên PYD′ê heta niha dewam dike û ev kiryar bi ser nakevin, ji ber ku gelê me berxwedêr e."
Li aliyekî din jî endamê PYD′ê Ebdurehîm Fatimî axivî û got ew ê li ser şopa şehîd Şîlan û hevrêyên wê bimeşin û hewldanên çewisandina şaristanî û çandana têk bibin.
Li Şedadê ya Hesekê jî, PYD′ê civînek girseyî li dar xist. Di civînê de endamê rêveber a PYD′ê Fadil Ehmed li ser têkoşîna şehîd Şîlan axivî û got şehîd Şîlan ji damezrînerên partiyê bû ku hîna ji bo gelan ku neteweya demokratîk û jiyana hevbeş pêk bînin meşale ye.
KANTONA QAMIŞLO
Bi dehan xelkê navçeya Til Hemîs, nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û şêxên eşîran li hola Navenda Çandê ya li rojhilatê navçeyê kom bûn û beşdarî merasîma bîranîna Şîlan Kobanê û hevrêyên wê bûn.
Di merasîmê de hevseroka PYD′ê ya Til Hemîsê Bedîe Ebdurehman tevahî şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê di şexsê şehîd Şîlan û 4 hevrêyên wê de bi bîr anîn.
Bedîe li ser têkoşîna şehîd Şîlan û hevrêyên wê axivî û wiha domand: "Ew şehîd damezrînerên PYD′ê bûn û nûnertiya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan kirin."
Li aliyekî din jî endama rêvebera Kongra Star a Til Hemîsê Sena Rehîle têkoşîna şehîd Şîlan silav kir û got: "Beşdarbûna me ya îro li vê bîranînê baweriya me ya kûr a şopandina rêça şehîdan û banga bilindkirina têkoşînê nîşan dide."
Li Tirbespiyê jî xelkê navçe û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclîs û Kongra Star şehîd Şîlan û hevrêyên wê li avahiya PYD′ê ya li rojavayê navçeyê bi bîr anîn.
Di merasîma bîranînê de hevseroka PYD′ê ya navçeyê Hediye Şemo li ser siûqastkirina şehîd Şîlan û hevrêyên wê axivî û got: "Ew yek komploya li dijî armancên gelê herêmê yên ber bi azadiyê ve bû."
Hediye Şemo diyar kir ku PYD′ê li ser mîrasa şehîdan hate damezrandin û hîna di oxira pêkanîna armancên wan de têkoşîna xwe didomîne.
Li aliyekî din jî endamê PYD′ê Hecî Îsmaîl axivî û got PYD′ê modela biratiya gelan, jiyana hevbeş û hevgirtinê ye.
Her wiha xelkê navçeya Çilaxa Axa li navenda çandê ya navçeyê şehîd Şîlan û hevrêyên wê bi bîr anîn.
Di merasîma bîranînê de endama rêvebera Kongra Star a Çilaxa Semer Hisên ji beşdaran re jînname û têkoşîna şehîd Şîlan xwend.
Li aliyekî din jî endamê PYD′ê şaxê Çilaxa Hisên Fayiq axivî û got: "Şehîd ew in ku keştiye me ber bi bejahiyê ve birin da ku zemîneke guncaw ji rêxistinkirina partiyê re ava bikin. Li pey xwe mîraseke mezin hiştin ku em li ser bimeşin û da ku em layiqî vê mîrasê bin, divê em têkoşîna li dijî planên dijmin û xayînan bilind bikin."
REQA
Di vê çarçoveyê de Meclîca Malbatên Şehîdan û Nivîsgeha PYD′ê ya Reqayê ji bo bîranîna şehîd Şîlan û şehîdên meha Mijdarê merasîm li dar xist. Di merasîmê de endamên saziyên sivîl û leşkerî, hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Hêvîn Îsmaîl, endamên Nivîsgeha PYD′ê, Partiya Sûriya Pêşerojê û malbatên şehîdan beşdar bûn.
Di merasîmê de endama Meclîsa Giştî ya PYD′ê Newroz Mûslim axivî û got: "Şehîd Şîlanê perwerdeya zimanê Kurdî dida zarokan û heval Cemal têkildarî girêdana wê ya xurt bi fikir û çanda partiyê ve pesna wê pir da."
Her wiha endama rêvebera Komîteya Perwerdê ya Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Kînana Ebdo jî axivî û got: "Em Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li ser şopa şehîdên xwe dimeşin da ku azadiyê ji tevahî jinên bindest re pêk bînin. Em di wê yekê de xwe dispêrin fikir û îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan."
Piştre dayika 2 şehîdan; Mehmûd û Ebdurehman Xidir, Necah Mihemed jî axivî û wiha got: "Şehîdan dîrokeke ji nifşên bê re bi tîpên zêrîn nivîsand. Ew meşaleyên nayên vemirandin."
Di dawiya merasîmê de li pêş wêneyên şehîdan find hatin vêxistin.
HERÊMA FIRATÊ
Koçberên li kampa Girê Spî ya Kantona Kobanê, di civînekê de ku li qada kampê hatiye lidarxistin şehîd Şîlan û hevalên wê bi bîr anîn û gotin heya serkeftin pêk were û dagirkerî ji herêmên wan derkevin, dê li ser şopa şehîdan bin.
Di civînê de hevserokê PYD`ê şaxê Kantona Girê Spî Sabrî Nebo axivî û şehîdên partiyê yên ku sala 2004`an bi destê xayînan û pergalên faşîst hatin şehîdxistin, di kesayeta şehîd Şîlan Kobanê de bibîr anîn. Her wiha bal kişand ser têkoşîna şehîd Şîlan û çi ji gel, herêmê û jinan re pêşkêş kiriye û her wiha rola wê ya sereke di avakirina PYD`ê de.
MINBIC
Li Minbicê jî, PYD`ê şehîd Şîlan û hevalên wê bi merasîmekê li eywana meclîsa qanûn bîranîn.
Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, meclîsên sivîl, partî, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbya tevlî merasîmê bûn.
Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbya Asya Mihemed û hevserokê PYD`ê şaxê Minbicê Mehmûd Cemo axivîn û destnîşan kir ku şehîd Şîlan û her 4 hevalên pê re di kemînekê de ji aliyê PDK`ê ve û bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker ve hatin şehîdxistin.
TIL TEMIR / HELEB
Şehîd Şilan û hevrêyên xwe li Til Temir û Helebê jî hatin bibîranîn. Bi dehan endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyan tevlê bîranînê bûn.