Şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên wê li Kobanê hatin bîranîn
Şîlan Kobanê û hevrêyên wê li Kobanê bi civînekê hatin bîranîn. Di civînê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayin.
Şîlan Kobanê û hevrêyên wê li Kobanê bi civînekê hatin bîranîn. Di civînê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayin.
Endama Komîteya Navendî ya PYD'ê Şîlan Kobanê û hevrêyên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl ku di 29'ê Mijdara 2004'an de li Mûsilê bi komployekê şehîd ketin, li Kobanê hatin bîranîn.
Civîna bîranînê li salona Firatê ya li Kobanê pêk hat û endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û nûnerên saziyên rêveberiya xweser û şêniyên herêmê tevlî bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyan, ji Rêveberiya PYD'ê ya herêma Firatê Nesre Derwêş axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê xwedî li nirxên şehîdan derkevin.
Nesre Derwêş qala têkoşîna Şîlan kir û got, "Şîlan li hemberî rejîma Sûriyeyê têkoşiya û li dijî tundiyê serî hilda. Xwedî li zimanê xwe derket û dest bi fêrkirina zarokan a bi zimanê Kurdî kir. Ji aliyê rejîmê ve gelek caran hate girtin. Lê biryardariya wê ya li ser têkoşîn û berxwedanê, her wiha daxwaza wê ya ji bo azadiyê her tim mezin bû."
Piştre endamê Meclîsa Rêveber a PYD'ê Ehmed Xoce axivî û diyar kir ku rejîma Baas bi rengekî hovane êrîşî wan kir, lê bi saya berxwedêrên weke Şîlan wan bi avakirina jiyaneke azad bersiv dan.
Xwarzêya Şehîd Şîlan, Cûdî Îbrahîm jî diyar kir ku Şîlan li hemberî her cûre desthilatdarî û şovenîzmê li ber xwe da û got, "Bi kesayetiyeke wêrek li ber her cûre tundiyê serî hilda."
Cûdî Îbrahîm anî ziman ku Şîlan bi dilnizmî û hezkirina xwe di nava civakê de dihate naskirin û got, "Şîlan ji bo nasnameya Kurdî û mafê gelê Kurd têkoşiya. Îro bi saya vê têkoşînê em bi rengekî azad dijîn."