Îsraîlê êrîş bir ser Sûriyeyê: 2 kes mirin
Hate ragihandin ku balafirê şer ên Îsraîlê bombe li gelek nuqteyên li Sûriyeyê barandine ku depoyeke Hîzbûllahê jî di nav de bû û di encamê de 2 milîsên 'alîgirê Îranê' hatine kuştin.
Hate ragihandin ku balafirê şer ên Îsraîlê bombe li gelek nuqteyên li Sûriyeyê barandine ku depoyeke Hîzbûllahê jî di nav de bû û di encamê de 2 milîsên 'alîgirê Îranê' hatine kuştin.
Li gorî ajansa nûçeyan a ser bi hikumeta Şamê ve Sanayê, bi dema herêmî saet di 02:25'an balafirên şer ên ji Girên Golanê rabûn bombe li gelek çeperên li nêzî Şamê barandin.
Sanayê diyar kir ku ji ber êrîşên hewayî 'xisara madî' li herêmê bûye û sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê çend êrîşên bi fuzeyan têk biriye.
Lê belê li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, '2 endamên biyanî' yên milîsên alîgirê Îranê hatin kuştin, çend milîs jî birîndar bûn.