Êzidiyên Efrînî kiryarên dagirkeran ên li dijî jinan şermezar kirin

Yekîtiya Jinên Êzidî û Yekîtiya Êzidiyên Efrînê bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê li dijî jinan dikin, bi tundî şermezar kirin.

Yekîtiya Jinên Êzidî û Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê li navçeya Ehdesê ya herêma Şehbayê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyanî bi zimanên Kurdî û Erebî ji aliyê endama Koordînasyona Jinên Êzidî Meryem Cindo û Endama Yekîtiya Êzidiyan Orîvan Menan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di nava du salên dagirkeriyê de artêşa Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete li Efrînê sûcên li dijî mirovahiyê kirine, mal û milkên sivîlan û deverên pîroz wêran dikin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êşkence û destdirêjiya li 8 jinên Kurd ên ji aliyê koma çete ya Hemzet a ser bi dewleta Tirk hate kirin û hate gotin, ku ev yek jî delîlek ji hovîtiya barbarî û nemirovahiyê ya dewleta Tirk.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku heman tişt sala 2014'an li Şengalê hate kirin, ku hingî dewleta Tirk a dagirker bi destê komên xwe yên çete Kurdên Êzidî sirgûn kir û hemû pîroziyên wan rûxand.

Saziyên Êzidiyan ên Efrînê diyar kirin ku dagirkeran qîma xwe bi vê jî neanîn, bi darê zorê û di bin zext û kuştinê de guhertina ol li wan ferz kirin ku delîl û belgeyên vê jî hene.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Yekîtiya Jinên Êzidî û Yekîtiya Êzidiyên Efrînê bi rengê herî hêz em van hovîtiya şermezar dikin. Ji bûyerên bi serê van jinan tê jî em dewleta Tirk û Rûsyayê berpirsyar dibînin. Di heman demê de bang li rêxistinên mafên mirovan, tevgerên jinan ên li cîhanê dikin, her wiha rêxistinên navneteweyî, Rûsya û Emerîkayê dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Em daxwaza lêpirsîneke navdewletî dikin."