Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Çalakiyên bi rêbaza gerîla yên li Efrînê dagirkeran tengav dikin

Di qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê de, şervanên YPG/YPJ'ê ji 18'ê Adarê ve li navenda û bejahiya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên xurt dikin. Her roj derbên giran li dagirkeran tên xistin.

Di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de, şervanên YPG/YPJ'ê li Efrînê derbên giran li artêşa Tirk û çeteyên wê; El Qaîde, DAÎŞ û El Nûsra dixin.

Ji 18'ê Adarê dema biryara rêveberiya Kantona Efrînê ya ji bo derxistina gel û vir ve, şervanên YPG û YPJ'ê li navenda Efrînê, 7 navçeyên wê û bejahiya van herêman çalakiyên xurt li dijî artêş û çeteyên Tirk kirin.

Şervanên YPG/YPJ'ê bi rêbazên gerîla van 20 rojên dawî çalakiyên xurt kirin û heta niha bi dehan leşker û çeteyên Tirk kuştin. Operasyona artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li bejahiya Raco, Bilbilê û Mabetayê da destpêkirin jî bê encam ma.

Li gorî daneyên ANF'ê, çalakiyên ku şervanên YPG/YPJ'ê ji 18'ê Adarê û vir ve kirine wiha ne:

18'ê Adarê: Li gundê Alemdar ê navçeya Bilbilê wesayiteke çeteyan a cebilxane tê de bû hate teqandin. Çeteyên di wesayitê de mirin û birîndar bûn, lê hejmar nehate zelalkirin.

19'ê Adarê: Li gundê Kêla yê navçeya Bilbilê, wesayiteke barê xwe cebilxane bû hate teqandin. Hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin.

19'ê Adarê: Wesayiteke çeteyan a cebilxane tê de bû, li navbera gundên Bayê û Kîmarê yên Şêrawayê hate teqandin. Hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin.

21'ê Adarê: Li Bilbilê wesayiteke artêşa Tirk û çeteyan hate rûxandin. Hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin.

22'ê Adarê: Li gundê kefercanê ya navçeya Şerayê, wesayiteke leşkerî ya çeteyan hate rûxandin, 3 çeteyên tê de hatin kuştin.

23'ê Adarê: Li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa şervanên YPG/YPJ'ê çalakî kirin û herî kêm 6 çete kuştin.

24'ê Adarê: Şervanên YPG/YPJ'ê li herêma Sinaî ya navnda Efrînê, li çeteyên Feylaq El Şam û Ehrar El Şerqiye dan. 19 çete hatin ukştin, 4 wesayitên leşkerî hatin rûxandin.

27'ê Adarê: Şervanên YPG/YPJ'ê li navenda Efrînê çalakiyên sabotaj û sûîqestê kirin: Herî kêm 16 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin, 10 leşker û çeteyên dagirker birîndar bûn.

28'ê Adarê: Şervanên YPG/YPJ'ê li ser rêya Efrîn-Cindirêsê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn.

30'ê Adarê: Li girê Mamê Gur ê navçeya Bilbilê, tankeke artêşa Tirk hate teqandin. 4 leşkerên dagirker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

31'ê Adarê: Li gundê Dikê yê navçeya şerayê li dijî çeteyan çalakî hate kirin û 7 çete hatin kuştin ku 2 jê serçete ne.

1'ê Nîsanê: Li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê li dijî çeteyên Lîwa El Fetîh çalakî hate kirin û 9 çete hatin kuştin. Li meydana Kawayê Hesinkar di çalakiyên sûîqestê de 3 çete hatin kuştin.

1'ê Nîsanê: Li gundê Qestelê Xidiriya yê Bilbilê di çalakiyekê de yarbayek, serdarek bi giştî 3 endamên artêşa Tirk li hatin bêbandorkirin û endamekî artêşa Tirk jî hate kuştin.

2'ê Nîsanê: Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî çalakiyên bi bandor ên şervanên YPG/YPJ'ê qedexeya derketina derve li gelemperiya Efrînê şidand, li sêgoşeya Raco-Bilbilê-Mabeta bi desteka hewayî dest bi operasyonê kir.

3'ê Nîsanê: Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, operasyona artêşa Tirk a dagirker û çeteyên piştî 7 êrîşên hewayî bê bandor ma û operasyon qediya.

6'ê Nîsanê: Şervanên YPG/YPJ'ê li kolana Welat a li navenda Efrînê li navendekê xistin ku çeteyan ji xwe re kiribûn baregeh. Bi qasî ku hate tespîtkirin 9 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

7'ê Nîsanê: Şervanên YPG/YPJ'ê li navenda Efrînê li bendeke kontrolê ya artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encamê de 2 leşkerên Tirk birîndar bûn û çeteyekî bi navê Ebild El Ezîz hate kuştin.

7'ê Nîsanê: Şervanên YPG/YPJ'ê li gundê Kefer Sefrê ya navçeya Cindirês a Efrînê li maleke ku çeteyan ji xwe re kiribûn baregeh xistin. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.