BI DÎMEN

Xelîl: Dewleta Tirk dixwaze şer girantir bike

Endamê Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze şer û krîza li herêmê kûr bike û got, "Eger em li dijî êrişan bi ruhê Kobanê têbikoşin em ê hingî destketiyên xwe karibin biparêzin."

ALDAR XELÎL

Endamê Komîteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl têklidarî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û hilbijartinên tê payin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne lidarxistin ji ANF'ê re axivî.

Aldar Xelîl anî ziman ku dewleta Tirk bi taybetî jî rejîma AKP-MHP hebûna xwe di tinekirina Kurdan de dibîne û got, "Hebûna xwe di tasfiyekirina projeya demokratîk de dibînin. Li gorî wan, eger projeya neteweya demokratîk bi cih bê anîn, eger gelê Kurd mîna gelên din bibe xwedî maf û jiyaneke azad, wê dawî li Tirkan bê. Çima di nava tirseke bi vî rengî de ne? Ji ber ku Komara Tirkiyeyê dema ava bû li ser tinekirina Kurdan ava bû. Kurd û Tirkan bi hev re ev komar ava kirin. Lê belê dewleta Tirk çi kir? Sozên ku da Kurdan ji bîr kir, li dijî Kurdan polîtîkaya komkujî û qirkirinê xiste meriyetê. Ji bo Kurd daxwaza mafên xwe neke êrişî Kurdan kir û xwest tine bike. Dewleta Tirk sed sal li pey xwe hişt, lê belê sed sal in bi vê tirsê dijî. Ditirse ku Kurd bibin xwedî mafên xwe. Mafên gelê Kurd mafên rewa ne. Hezaran sal in ev gel li ser vê xakê ye. Dîrok, çand û zimanê xwe tê naskirin. Ji xwe dema ku mirov bala xwe bidin ser her kolandin û lêkolîneke dîrokî mirovê bibîne ku li vê xakê şaristanî ji aliyê vî gelî ve hatiye avakirin. Dewleta Tirk ji vê rastiyê ditirse.

Wê eşkere bibe ku Tirk ne xwediyê vê xakê ne, ji derve hatine û li ser vê xakê li dijî Kurdan, Asûran, Ermenan û gelek gelên din komkujî û talanî kiriye. Ya ku jê ditirse ev e. Ji ber vê jî dixwaze dagirkeriyê berfireh bike û hikumê xwe li ser hemû gelan pêk bîne. Lewma Kurdan weke dijminê xwe yê sereke dibîne. Dewleta Tirk ne tenê hewl dide ya di destê xwe de biparêze, li gel parastina ya berê her ciha dixwaze herêmên nû dagir bike. Difikire ku bi vî rengî dikare hebûna xwe biparêze. Dewleta Tirk bi vî rengî difikire, piştî şerê cîhanê yê yekemîn qediya li herêmê nexşeyên nû hatin afirandin. Li gorî vê nexşeyê jî Osmaniyan dewletên li ser serwer bû winda kirin. Osmanî li vir şikest. Dewleta Tirk a niha plan dike ku deverên Osmaniyan ji dest dan ji nû ve bi dest bixe. Îro li herêmê şer diqewime. Pirsgirêkeke ewlekariyê li herêmê heye. Dewleta Tirk dixwaze vî şerî û vê krîzê girantir bike. Bi vî rengî dixwaze xaka di destê xwe de mezin bike. Ew dixwazin Tirkiyeya mezin ava bikin. Wê plana vê çawa bike? Dixwaze bi kevirekî li du çivîkan bike. Ji aliyekî ve dixwaze herêmên Kurd lê ne bi dest bixe û Kurdan tine bike, li aliyê din jî dixwaze sînorên dewleta Tirk berfireh bike. Di vir de armanca sereke jî desteserkirina Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê ye.

Ji roja ku bihara gelan destpê kir û vir ve dewleta Tirk li vê derê hewl dide rêveberiyeke cuda ava bike. Naxwaze li Sûriyeyê sîstemeke demokratîk ava bibe. Timî piştgiriyê dide komên çete. Çete jî ji xwe ji bo wan dixebitin. Binihêrin, ev çete birin her deverê. Ji Somalî heta Lîbyayê, Azerbaycanê û li dijî gerîla jî da şerkirin. Van çeteyan li hemberî gelek welatan bi kar tîne. Yek ji van welatan jî Sûriye ye. Ev çete li Idlib, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi kar anîn. Hîn jî dixwaze li herêmên cuda bi kar bîne. Yanî dewleta Tirk naxwaze Komareke Sûriyeyê ya demokratîk ava bibe. Dixwaze Sûriye timî di destê çeteyan de be û bi vî rengî armanca xwe ya Osmanî bi cih bîne."

Aldar Xelîl têkildarî mijara hilbijartinên şaredariyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî ku herî dawî ji bo meha Tebaxê hate taloqkirin û got, "Weke ku tê zanîn du sal bûn ku amadekariyên hevpeymana civakî di rojevê de bû. Ji hemû pêkhateyên gelan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîsyonek ji 158 kesan hate avakirin. Dawiya sala derbasbûyî ev hevpeyman hate erêkirin û ragihandin. Li gorî vê jî ev hevpeyman wê sîstema xwe bi rêxistin bikira û ji nû ve ava bikira. Yanî her tişt wê êdî li gorî hevpeymana civakî bêne kirin. Li gorî hevpeymanê divê bi rêveberiyên demokratîk guhertin bêne kirin. Yek ji van guhertinan jî şaredarî ye. Li gorî hevpeymanê sîstema şaredariyan hate guhertin. Ji bo şaredarî karibin xizmeteke hîn baş bikin divê sîstemek ji nû ve bê avakirin. Baş e ev sîstem wê çawa pêk were? Bi sîstema partiyekê yan jî aliyekî nabe. Ji bo vê jî divê pêkhateyên gelên herêmê li hev kom bibin û şaredariyên xwe ava bikin. Ti eleqeya vê bi mijarên siyasî û yekîtiya welêt nîne. Ev yek mijareke xizmetê ye. Pêwendiya xwe bi jiyana civakî heye. Lê belê dewleta Tirk û hin hêzên ku pê re di nava hevkariyê de ne qebûl nakin. Li ber radibin. Ji ber ku eger pêk were wê hingî xizmeteke hîn baş ji gel re bê kirin. Wê pirsgirêk bêne çareserkirin, rêxistiniya civakê hîn xurt bibe, rêveberiyên xwecihî hîn xurt bibe. Vê naxwazin. Heta ji wan tê hewl didin li ber vê rabin.

Bêguman wê tenê bi vê bi sînor nemîne. Hilbijartinên rêveberiyên xwecihî gaveke destpêkê bû. Ya duyemîn û ya herî girîng jî jinûve birêxistinkirina meclîs û komunman e. Ew ewqasî ji hilbijartinên şaredariyan ditirsin, gelo di hilbijartinên din de wê çi bikin? Hilbijartinên şaredariyan e lê belê wan gotin wê Sûriyeyê parçe bikin, gotin Kurd dewleteke nû ava dikin. Yanî di dema hikumeta Şamê de jî li van herêman şaredarî hebûn. Bi vî rengî hilbijartinên şaredariyan dihatin kirin. Di asta şaredariyan de sîstemek hebû. Bêguman têkilî û rêbazên wan ên kar cuda bûn. Berê bi rengekî cuda dihate kirin lê niha bi rengekî demokratîk tê kirin. Gel hemû di nav de hene. Bi hev re di nava têkiliyê de ne û mîna berê navendî nîne. Her şaredarî li gorî bajarê lê ye wê biryarê bi meclîsa xwe bide. Ev yek sîstemeke demokratîk e. Berê jî şaredarî hebûn. Wê demê Sûriye parçe bûbû? Na. Îro jî bi heman rengî şaredarî hene lê belê vê carê bi rengekî demokratîk kar tê kirin. Ew naxwazin îradeya gelan bê destnîşankirin. Dixwazin li herêmê timî zext û tundî hebe. Lê belê gelê me xwedî li îradeya xwe derdikeve. Xwedî li projeya xwe derdikeve. Her kes dixwaze ev hilbijartin pêk were û dixwaze ji bo tevahiya herêmê weke mînakeke demokrasiyê bê nîşandan.

Lê belê carna di amadekariyan de dibe hin kêmasî rû bidin. Dibe ku hin tişt di dema xwe de pêk neyên. Ev tiştên pratîkî ne. Di nava şoreşê de hin kêmasî rû didin û zehmetî têne kişandin. Lê belê ya girîng ew e ku bi hev re piştgirî ji vê biryarê re bê dayin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze vê pêk bîne. Desteya Hilbijartinê ya Bilind biryara vê yekê da. Weke hemû partiyên siyasî û pêkhateyên gelan divê em piştgiriyê bidin vê yekê. Beriya vê partiyan digotin di asteke têrker de amadekarî nekarîne bikin, dem kêm bû. Desteya Hilbijartinê ya Bilind dema hilbijartinê kir meha Tebaxê ku ev yek baş bûy Niha divê her kes di nava amadekariyan de bin. Divê careke din neyê gotin, em ne amade bûn. Pêwîste ev hilbijartin bi rengekî demokratîk pêk were û bibe mînakeke demokrasiyê. Bila derdê kesî ne ew be ku partiya xwe yan jî pêkhateya xwe bibe rêveber. Ya girîng ew e ku hilbijartin bi rengekî demokratîk pêk were û gelê me hemû tevlî van hilbijartinan bibe. Bila her kes bi vî rengî bifikire. Ev hilbijartin temsîla îradeya me hemûyan e."

Di dewama axaftina xwe de Aldar Xelîl bi bîr xist ku 25'ê Hezîranê salvegera êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê ye û got, "Berxwedana Kobanê guhertinên gelekî mezin pêk anî. Bû hêz û navenda guhertinê. Ji ber vê jî hemû berxwedêrên tevlî nava berxwedana Kobanê bûn silav dikim. Şehîdên ku li Kobanê bi fedaîtî şer kirin û şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînim. Birîndaran û her kesên ku piştgirî dan bexwedanê, gelê me yê tevlî berxwedanê bû bi rêzdarî silav dikim. Bi taybetî ji çiyayên Kurdistanê di nava şert û mercên giran de berxwedêran xwe berdan nava Kobanê, tevlî berxwedanê bûn, hin ji wan şehîd bûn, hinek birîndar bûn, hinek jî piştre vegeriyan çiyê. Wan bi rastî jî dîrok guhertin. Eger ne ji berxwedana wan bûya dibe ku encam ne bi vî rengî bûya. Ji gelê me re jî vê dibêjim, pêvajo çiqasî giran jî be divê em têkoşîna xwe bi ruhê Kobanê mezin bikin. Em bi vî ruhî nêzî karê xwe bibin. Em zanin ku pêvajoya li pêşiya me wê hêsan nebe. Hîn jî dijminê me heye, demên zor û zehmet li pêşiya me ne. Eger em bi ruhê Kobanê têkoşîna xwe dewam bikin, zanim ku em ê serketinên hîn mezin bi dest bixin. Em ê karibin destketiyên xwe jî biparêzin. Wê demê li ber destê me ti derfet nebû, lê me encameke bi vî rengî bi dest xist. Îro wê encamên hîn mezin û bi wate bêne afirandin. Berxwedana Kobanê li gelê me pîroz dikim."