Li Hannoverê 'Konferansa Bîranîna Halîm Dener' hat lidarxistin

Li Hannoverê ji bo ciwanê Kurd Halîm Dener ê 30 sal berê li Elmanyayê hat qetilkirin konferansa bîranînê hat lidarxistin.

Li Pavîllonê yê Hannoverê di 29’ê Hezîranê roja Şemiyê bi mijara ‘Yekkirina Têkoşînê’ konferansek hat lidarxistin.

Konferans ji bo bîranîna ciwanê Kurd Halîm Dener ê ku di 30’ê Hezîrana 1994’an de li bajarê Steîntor ê Hannoverê ji aliyê polîsekî taybet ve hat qetilkirin, hat organîzekirin.

Gelek rêxistin, înîsiyatîf û zêdetirî 100 kes ji Hannover û seranserê Elmanyayê beşdarî konferansa 'Yekkirina Têkoşînê’ bûn.

Rojnameger û çalakvan Tîm Kruger di konferansê de axivî û rewşa siyasî nirxand.

Tîm Kruger diyar kir ku hêzên sîstema dewleta kapîtalîst gelekî bi rêxistinkirî ne û anî ziman ku divê rêxistinbûna hêzên demokratîk û berxwedêr jî bi bandortir bibe.

Kruger wiha axivî: “Em weke civakê  ji bo li dijî sîstema tund a modernîteya kapîtalîst alternatîfekê ava bikin, pêwîste em têkoşîna xwe bikin yek û hêzeke hevpar pêş bixin."

Di konferansê de rûniştinên nîqaşê hatin lidarxistin û li ser çar peyvên sereke (êşkence kirin, reviya, qedexe kirin, gulebaran kirin) yên ku şekil dane biyografiya Halîm Dener hatin nîqaşkirin.

Komên Rheînmetall Entwaffnen, Fluchtlîngsrat Nîedersachsen û Solînet, Rechtshîlfefonds Azadî û Solîkreîs Bîlel zehmetî û serkeftinên xebatên xwe yên li ser avakirina torê parve kirin.

Encamên xebata komê di rûniştineke ku hemû beşdar tevlîbûn de kirin yek. JI bo yekkirina têkoşînê hewceyî bi çi heye û li dijî bêhêvîtiyê çawa tê bikoşin hat nîqaşkirin.

Konferans bi plansaziya avakirina meclîseke berfireh a tevahiya Hannoverê bi dawî bû. Ev plan bi fikra şandeyên ji bo girtiyên siyasî li seranserê cihanê bigerin hat dewlemendkirin. Her wiha hat diyarkirin ku dê li Kampa Rheînmetall Entwaffnenê nîqaş berdewam bikin.

Di konferansê de li ser girîngiya yekkirina têkoşînên li kolanan û banga tevlîbûna çalakiya 6’ê Tîrmehê saet 13:00’an li Steîntorplatzê bê lidarxistin, hat kirin.