BI DÎMEN

Şehîd Zîlan li Moskowayê hat bibîranîn

Şehîd Zîlan di 28'emîn salvegera şehadeta xwe deli peytexta Rûsya Moskowayê hat bibîranîn.

Li navenda Mala Kurd a Moskowayê 28’emîn salvegera çalakiya fedaî ya Zeyneb Kinaci (Zîlan) ku di sala 1996’an de li dijî dewleta Tirk pêkanî, hat bibîranîn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre Seroka Rêxistina Jinên Kurd a li Rûsyayê Viyan, Tara Qadir li ser wateya rojê axaftin kir û got: “Heval Zîlan bi çalakîya xwe ve hişt ku dijminê gelê Kurd bizanibe gelê me wê heta dawîyê di rêya azadîyê de li ber xwe bide û nahêle tu kes mafê wan binpê bike.”

Piştî axaftinan nameya Şehîd Zîlan ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi zimanê Rûsî hate xwendin. Piştî xwendina nameyê sinevizyonek li ser jiyana Şehîd Zîlan hate nîşandan.

Civîn bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.