‘Heta ku Rêber Apo azad dibe, wê rêya Zîlanan bê domandin’

Gerîla Newroz Dersim diyar kir ku çalakiya şehîd Zîlan tol ji zihniyeta baviksalar stand û got: “Vê çalakiyê partîbûna jinê îspat kir û hêza jinan a pir mezin derxiste holê.”

Bi wesîleya 29’emîn salvegera şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) a ku 30’ê Tîrmeha 1996’an li Dersimê çalakiya fedayî kir, gerîla Newroz Dersim ji ANF’ê re axivî.

Gerîla Newroz Dersim di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Em bejna xwe li hember tevahî şehîdên Kurdistanê ditewînin û careke din soza pêkanîna xeyalên wan didin. Di dîrokê de pir serhildanên Kurdan çêbûne gelek kesayetên pêşeng jî derketine û ji bo mafê Kurdîtiyê şer kirine. Lê cara yekem kesekî mîna Rêber Apo derdikeve ser dika dîrokê û di têkoşînekî bi vî rengî de ewqasî hebûna jinê esas digire. Azadiya civakê bi azadiya jinê ve pênase dike. Tê zanîn ku di Gulana 1996'an de li hemberî Rêber Apo teqînek pêk tê, lê ji ber ji aliyê hevalan ve hate ferqkirin tedbîr hatin girtin û Rêber Apo ji vê teqîna mezin rizgar dibe. Rêheval Zîlan di wê demê de li çiyayê Dersimê ye, bi eşqekî pir mezin têkoşîn dike û xeteriya li hember Rêber APO ferq dike. Ev êrîş tê çi wateyê vê baş tehlîl dike, di 30'ê Hezîrana 1996'an de çalakiyekî pir bi bandor di dilê dijmin de pêk tîne.”

Newroz Dersim di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, “Çalakiya rêheval Zîlan tol ji zihniyeta baviksala a hezar salan stand. Vê çalakiyê partîbûna jin îspat kir û dîsa hêza jin a pir mezin derxiste holê. Di heman demê de ev çalakî bû bangewaziyek ji hemû jinan re ku xwedî li Rêber Apo derkevin. Heta ku Rêber Apo azad dibe, wê rêya Zîlanan bê domandin. Çalakiya heval Zîlan li hember hêzên komploger û modernîteya kapîtalîst bû bersiveke tûj û zelal.”

Newroz Dersim di dawiya axaftina xwe de wiha got, “Tê zanîn hêzên hegemon ji bo ku tevgera me ji destpêkê de tune bike, bi hemû hêza xwe êrîş dike. Heta ku Rêber Apo hebe û fedayiyên mîna şehîd Zîlan hebin ev tevger naqede. Wê hîn zêdetir mezin bibe.”