Çîçek: Em ê faşîzmê ji ser xaka xwe biavêjin

Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek got, "Em bi qirkirineke dîrokî re rû bi rû ne. Civak ya wê ji aliyê bloka faşîst ve bi rengekî mayinde teslîm bê girtin, ya jî em ê faşîzmê teslîm bigirin."

CENGÎZ ÇÎÇEK

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê weke dewamiya nêzîkatiya înkarê ya dewletê bê fêhmkirin.

Cengîz Çîçek anî ziman ku sîstema înkar û îmhayê ya dewletê niha bi destê desthilatdariya AKP-MHP'ê tê meşandin, li aliyê din jî bi rengekî taybet êriş li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd tê kirin û got, "Ji ber ku yên dewletê bi rê ve dibin û desthilatedariya heyî vê yekê baş zanin; her ku têkoşîna demokratîk a gelê Kurd mezin û civakî dibe, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê ferzkirin. Li aliyê din jî muxalefeta Kurd a civakî di heman demê de li hemberî pirsgirêkên jinê, pirsgirêkên kedê, li hemberî hemû pirsgirêkan muxalefeta civakî jî mezin dike."

ÊRIŞEKE QIRKER E

Çîçek anî ziman ku dewlet ji dînamîka têkoşîna civakî ya hevgirtin, veguherîn, guhertin û azadiyê ditirse û got, "Birêz Ocalan lîderekî polîtîk e, aktoreke, lîdereke ku bi milyonan Kurd, bi milyonan mirov li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê wî dipejirînin. Lewma tecrîda heyî ya ku li ser wî tê ferzkirin ne tenê li ser bedena Ocalan e, ne tenê li ser şexsê wî ye. Divê tecrîd weke êrişeke qirker û dewletê ya li dijî nirxên têkoşînê, xeta têkoşînê û têkoşîna pratîkê ya bi pêşengiya Ocalan bê nirxandin."

Çîçek diyar kir ku têkildarî bandora tecrîdê raya giştî ya Tirkiyeyê bi têrkerî nehatiye zanekirin û bi bîr xist ku siyaseta demokratîk a Kurd ji ber vê yekê di nava xwerexnekirinê de ye.

Di dewama axaftina xwe de Cengîz Çîçek işaret bi girîngiya danîna têkiliya navbera tecrîd û pirsgirêkên civakî kir û got, "Danîna têkiliya tecrîdê bi pirsgirêkên civakî, fêhmkirina girîngiya azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan divê teng neyê dîtin. Aliyekî vê meseleyê jî bi vî rengî ye: Birêz Ocalan û pirsgirêka statuya gelê Kurd, pirsgirêka azadiyê li vê xakê hîn jî pirsgirêkeke welê ye berdêl jê re divê. Ev aliyekî meseleyê ye. Ez bi xwe ji vê yekê bawer dikim; azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û bi azadiya wî ya fîzîkî re nîqaşkirina pirsgirêka Kurd li qada cemaweriyê, her wiha danîna bingeheke çareseriya demokratîk, ji aliyê gelek hêz û kesayetên dijberê sîstemê ve ji aliyê teorî ve tê pejirandin. Lê belê di asta tê xwestin de têkoşîn nayê mezinkirin û encam nayê wergirtin."

'DIVÊ HELWESTA ERÊNÎ YA CHP'Ê BÊ XURTKIRIN

Hevberdevkê HDK'ê helwesta û nerazîbûna muxalefetê bi taybetî ya Partiya Gel a Komarê (CHP) a têkildarî desteserkirina şaredariya Colemêrgê nirxand û got, "Nerazîbûna CHP'ê a têkildarî qeyûm bû xwedî bandor ku li rojavayê welêt nerazîbûna civakê rû bide. Em vê pozîsyona CHP'ê hêja û girîng dibînin. Divê bê xurtkirin. Dengê ku CHP niha li hemberî darbeyên qeyûm ên li Wan û Colemêrgê bilind dike, di nava sîstema heyî ya têkiliyên siyasî de şikestinek pêk anî. Li aliyê bloka faşîst şikestina neyînî, li aliyê têkoşîna demokratîk a civakî jî şikestina erênî pêk anî. Atmosfereke erênî diafirîne. Di heman demê de serdana gelek komên têkoşînê yên cuda li Kurdistanê, serdana piştevaniyê ya li deverên darbeya qeyûm lê hate kirin, tevlîbûna li karên rêxistinî, çalakiya nobedê ya li Stenbolê ji aliyê hêzên ked, demokrasî û aştiyê ya li dijî darbeya qeyûm, nîşaneya guhertinekê ye. Ev guhertin ne tenê têkildarî meseleya Kurd e. Nîşaneya wê yekê ye ku hemû komên siyasî û partî nema dikarin xwe li pratîka desthilatedariyê ya 20 salan a desthilatdariya AKP-MHP'ê rabin. Ji niha û pê ve her êrişa li dijî Kurdan, li dijî komên civakî, partiyên siyasî yên dûrî AKP'ê, her darbe û hewldaneke tasfiyekirinê wê bi me hemûyan bide windakirin. Bi dîtina min ev mijar tê fêhmkirin. Eger li dijî darbeya faşîst a bi rengê sivîl a AKP'ê îro tiştek neyê kirin, deng neyê bilindkirin, bend neyê danîn, wê gef li ser me hemûyan be. Êdî her kes neçar e ku li hev bicive û bi pirsgirêkên hev re eleqedar bibe."

ŞÊWEYÊN NÛ YÊN TÊKOŞÎNÊ

Cengîz Çîçek şêweyên piştevaniyê yên ji bo şaredariya Colemêrgê bi vî rengî nirxand, "Faşîzma AKP-MHP'ê ji bo me hemûyan pirsgirêk e û divê em êdî rê nedin. Dema ku ji vî alî ve em binirxînin, em bi helwesteke dîrokî re rû bi rû ne. Li Tirkiyeyê qada têkoşîna civakî û siyasî di nava lêgerîneke nû de ye."

Cengîz Çîçek anî ziman ku divê karên li dijî AKP'ê bêne kirin divê bi rêk û pêk bêne nîqaşkirin, bi rengekî plankirî bê amadekirin, xeteke têkoşînê ya pratîkî bê danîn û got, "Divê êdî kesek xwe li vî halê me ranegire. Dibe ku em ji hev cuda bin, dibe ku fikarên me jî hebin lê belê dawiya dawî encam bi vî rengî ye; ev civak ya wê ji aliyê bloka faşîst ve bi rengekî mayinde bê teslîmgirtin, ya jî bi rastî em ê vê faşîzmê teslîm bigirin û faşîzmê ji xaka xwe biavêjin."