Li Lînzê şehîd hatin bibîranîn

Li Lînzê di şexsê şehîd Zîlan de Şehîdên Meha Hezîranê, fermandar Bêrîtan Nûrhak Çiya û Şêxmûs Milazgir ên di van rojên dawî de şehîd bûn, hatin bibîranîn.

BÎRANÎNA ŞEHÎDAN

Li bajarê Lînzê yê Awûstûryayê bi boneya 28’emîn salvegera şehadeta şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) a ku li Dersimê çalakiya fedaî pêk anî û Şehîdên Meha Hezîranê hatin bibîranîn.

Di bîranînê de endama Fermandariya Eyaleta Gabarê Bêrîtan Nûrhak Çiya (Sultan Dag) a ku di 23’yê Hezîrana 2024’an di şerê li hemberî artêşa Tirk a dagirker de li herêma Mawayê ya Gabarê şehîd bû, Axîn Gabar (Zeynep Ozkan) a ku di 19’ê Hezîrana 2024’an de li herêma Mawayê şehîd bû û endamê Fermandariya Eyaleta Serhedê Şêxmûs Milazgir (Yilmaz Oner) ê ku 18’ê Hezîrana 2024’an de li herêma Gilîdaxê li dijî artêşa Tirk a dagirker bi qehremanî şer kir û şehîd bû, hatin bibîranîn.

Di bîranînê de li ser peywira dikeve ser milê welatparêzan axaftin hatin kirin û piştre sînevîzyon hat pêşandan.

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.