ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk gundê Eyn Îsayê bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bombe li ser gundê Eyn Îsayê barandin. -
QSD: 3 çete hatin kuştin, wesayiteke leşkerî hate îmhakirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) de 3 çete hatin kuştin, wesayiteke leşkerî jî hate îmhakirin. -
Pitika 2 salî ya birîndar bûbû şehîd bû
Pitika 2 salî ya bi navê Ceylan Hemo ya di êrîşa duh a dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Aşmê yê Kobanê de birîndar bûbû, îro şehîd bû. -
Dagirkeran bombe li gundên Kobanê barandin
Dewleta Tirk a dagirker bi obusan gundên Kobanê bombebaran dike. -
Cenazeyê şehîd Xelîl hate veşartin, 2 şehîd hatin bîranîn
Xelkê Kantona Firatê bi merasîmeke biheybet, şehîd Xelîl Bozî spart axê û ji bo şehîd Fêsel û Dilşêr Kobanê merasîmeke xiyabî hat lidarxistin. -
‘Têkoşîn û berxwedan ji bo vegera li Efrînê ye’
Koçberên Efrîn-Şehba diyar kirin ku gelê Efrînê ev 8 sal in koçber in, lê rûxmî vê yekê ew bi berxwedaniya xwe dibin bersiv ji dijmin re û wiha gotin: “Dewamkirina Têkoşîn û berxwedaniyê ji bo vegera Efrînê ye.” -
QSD'ê bîlançoya 24 saetan eşkere kir
QSD'ê bîlançoya şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) eşkere kir. Li gorî vê yekê, 5 leşkerên Tirk birîndar bûn, wesayiteke leşkerî jî hate îmhakirin. -
Nasnameya şehîdên QSD'ê hate eşkerekirin
Nasnameya 8 şervanên QSD'ê hate eşkerekirin ku di dem û cihê cuda de şehîd bûn. -
'Bi wê hêviyê dijîm ku careke din Rêber Apo bibînim'
Meryem Henan ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê de birîndar bû, anî ziman ku wê Rêber Apo yekemcar di 15'ê Tebaxa 1991'ê de li Lubnanê dît û got, "Bi hêviya ku careke din Rêber Apo bibînim, dijîm." -
Stêrk Gulo: Jiyana Azîz Koyluoglû bi lêgerîna li azadiyê hatibû hûnandin
Rojnamevan Stêrk Gulo diyar kir ku jiyana rojnamevan Şehîd Azîz Koyluoglû bi lêgerîna li azadiyê hate hûnandin û got, "Hevrê Azîz bi sedan rojnamevanên azad gihand û nasnameya wê yekê afirand ku mejiyekî azad û demokratîk çawa dikare bê afirandin." -
Dewleta Tirk li Tebqayê sivîlek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Tebqayê bombebaran kir. Di encama êrîşê de li gundê Xatûniyê sivîlek hat qetilkirin. -
Dagirkeran tankereke avê bombebaran kirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Eboş ê di navbera bajarên Til Temir û Zirganê de tankereke avê bombebaran kir û di encamê de zirarên madî çêbûn. -
Serdana konê sersaxiyê ya ji bo şehîdên HRE’yê hate kirin
Xelkê kantona Tebqa û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê serdana konê sersaxiyê ya şehîdên HRE’yê kirin û sersaxî dan malbatan. -
Cenazeyê şehîd Beşar hate veşartin, şehîd Hisên hate bibîranîn
Cenazeyê şehîdê QSD’ê Beşar (Mihemed Selal) li goristana Şedadê hate veşartin. Şehîd Hisên (Mihemed Ugla El Îbrahîm) jî hate bîranîn. -
Dewleta Tirk êrîşî gundekî Kobanê kir: 9 welatî birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov êrîşî gundê Emşa Iwêna yê li Başûrê Kobanê kir. Di encama êrîşê de 9 welatî birîndar bûn ku piranî jê zarok in. -
YRA: Em ê li ser rêya şehîdan dewam bikin
YRA’yê got, “Em dixwazin soza xwe dubare bikin ku em ê li ser rêya şehîdên xwe, têkoşîna xwe bi rengekî hîn xurttir bidomînin. Ji bo deşîfrekirina rûyê rast ê dijmin, em ê li ser rêya şehîdan dewam bikin.” -
‘Em ê al û pênûsa heval Azîz li erdê nehêlin’
Navenda Ragihandinê ya Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetilkirina rojnamevan Azîz Koyluoglû yê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, şermezar kir û got, "Em dizanin ku tenê bi mezinkirina têkoşîn û berxwedanê em ê karibin bibin layiqî şehîdên xwe." -
QSD: 14 dagirker hatin kuştin, 19 jî birîndar bûn
QSD’ê ragihand ku di 24 saetên dawî de 14 çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê hatin kuştin, 3 leşkerên Tirk û 16 çete jî birîndar bûn. -
Li Rojava berxwedana jinê: Li dijî zilmê têkoşîna azadiyê
Aktivîsta Kongra Îslama Demokratîk Hatîce Kavran, destnîşan kir ku komên cîhadîst ên girêdayî Tirkiyeyê, bi awayekî sîstematîk jinên Kurd hedef digirin û got ku berxwedana jinan ev yek derbas kiriye û veguheriye tevgereke azadiyê ya civakî û îdeolojîk. -
Hêvî Mûstefa: Eger helwesta Kurdan nebe yek dê Lozanek din bi serê wan were
Hêvî Mûstefa diyar kir ku wê ji bo yekrêziya Kurd konferansek berfireh were lidarxisin û wiha got: “Eger helwesta Kurdan nebe yek dê Lozanek din bi serê wan were.” -
Êrîşên dagirkeran yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO yên ji bermayê DAÎŞ’ê hatine berhevkirin, gundên Til Temir, Silûk û Eyn Îsa bombebaran dikin. -
9 gundên Kantona Firatê û dora Tişrînê hatin bombebarankirin
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê gundê Toraman ê Kobanê, Bendava Tişrînê, 6 gundên li rojavayê Girê Spî û 2 gundên Eyn Îsayê bombebaran kirin. -
Ferhat Şamî: Tîmeke MÎT’a Tirk di destê hêzên me de ye
Berdevkê Ragihandina QSD’ê Ferhat Şamî diyar kir ku di êrîşên ser Bendava Tişrînê û Qereqozaxê de tîmeke MÎT’a Tirk heye û got: “Ev tîma MÎT’ê ya Tirk niha di destê hêzên me de ne. Em ê di rojên pêş de belgeyan bi raya giştî parve bikin.” -
QSD’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên di berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û Kobanê de şehîd bûbûn, eşkere kir. -
QSD: 9 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, di nava 24 saetên dawî de herî kêm 9 çete hatin kuştin.