Hêvî Mûstefa: Eger helwesta Kurdan nebe yek dê Lozanek din bi serê wan were
Hêvî Mûstefa diyar kir ku wê ji bo yekrêziya Kurd konferansek berfireh were lidarxisin û wiha got: “Eger helwesta Kurdan nebe yek dê Lozanek din bi serê wan were.”
Hêvî Mûstefa diyar kir ku wê ji bo yekrêziya Kurd konferansek berfireh were lidarxisin û wiha got: “Eger helwesta Kurdan nebe yek dê Lozanek din bi serê wan were.”
Berî demekê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) daxuyaniyak da û di wê daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê konferanseke Yekrêziya Kurd lidar bixin. Lê belê ji ber rewşa Sûriyeyê ya nû û bandora wê li ser gelê Kurd ev konfrans dereng ma lê tekeze ku wê were lidarxisin. Her wiha di vê konfransê de gelek partiyên siyasî yên Kurdistanê tê de, wê beşdar bibin.
Têkildarî mijara Yekrêziya Kurd û siyaseyên qirêj ên ku dixawazin Kurdan ji hev veqetînin Cîgira Hevserokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Hêvî Mûstefa ji ajansa me ANF’ê re axivî.
Hêvî Mûstefa da zanîn ku KNK ev 25 sal in ku yekrêziya Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dişopîne û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Berî çend mehan di sedsaliya Lozan de KNK’ê civînek berfireh li Lozanê lidar xist û tê de biryar girt ku civînek Şêwra Netewî bi berfirehî li ser asta Kurdistanê were lidarxistin. Lê ji ber aloziya ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibû ev civîn zehmet bû ku were çêkirin. Li kêleka vê yekê jî biryar hat girtin ku li her parçeyên Kurdistanê civînek şêwreya Netewî were lidarxistin. Li ser vê bingehê me komîteyek amadekar ji bo vê civînê ava kir, di wê komîteyê de jî gelek partiyên Kurd ên li Rojava cih girtin. Hîn me ev komîte amade dikir, di roja 8 Konûnê rejîma Baas hilweşiya û rewş giştî hat guhertin. Di vê rewşê de gelek insiyatîf hatin avakirin wek insyatîfên 21 Partiyên PYNK, partiyên Rewşenbîran di her milî de hewldan hatin kirin. Em bi hev re civiyan û li ser rewşa Kurd li Sûriyeyê û xeteriya li ser Kurdan nîqaş hat kirin. Her wiha pêwîstî bi çi gavên me wek Kurd li Sûriyeyê heye. Li ser vê bingehê me xwest em konferansek Kurdên Rojava lidar bixin. Bi vê daxwazê komîteya me ya amadekar berfirehtir bû û ji 21 Partiyên PYN tevlî bûn, nûnerên Partiyên derveyî KNK tevlî bûn, nûnerên partiyên ji dervayî Rêveberiya Xweser ketinê û roj bi roj ev komîte şaxên wê berfireh bû.”
‘YA GIRÎNG JI BO ME ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD LI SÛRIYEYÊ YE’
Hêvî Mûstefa di nav axaftinên xwe de diyar kir ku amadekariyên wan ji bo vê konferansê amade ne û wiha pêde çû: “Lê ji ber komîteya me ya hevdîtinên partiyan çû ji bo hevdîtinê bi ENKS’ê bike, raste ev hevdîtin pêk hat lê hîn tu bersiv ji wan nehatiye. Hêviya me jî ew e ku ENKS jî tevlî vê konferansa me bibe da ku bi ti awayî Kurd li derve nemînin û her Kurdek cihê xwe di vê konferansê de bigre. ev konfrans eger her partiyê Kurd cihê xwe tê de bigre êdî çi îrade ji vê Konfransê derkeve wê bibe encama îradeya giştî partiyên Kurdistanê. Guhertinên ku vê dawiyê li Sûriyeyê qewimîne geşedanên pir hesas bûn. Wek ku tê zanîn hatina Colanî li ser desthiladariya Sûriyeyê ji bo çi bû, Yekemîn armanca wî ji vê yekê Beşar El Esed bû û ne ji bo gelê Sûriyeyê yan jî ji bo avakirina Sûriyeyek demokrat bû. Piştî ku ev yek pêk anî û hat li ser desthilatdariya Sûriyeyê ti pirojeyên wî yên ku Gelê Sûriyeyê birêve bibe yan jî Sûriyeyek azad û demokrat ava bike tune ye. Ev yek jî diyare ji destpêka hatina Colanî li ser desthiladariya Sûriyeyê ti guhertinên ber bi başbûyînê ve çênebûn.”
‘EGER HELWESTA KURDAN NEBE YEK WÊ LOZANEK DIN BI SERÊ ME WERE’
Hêvî Mûstefa bal kişand li ser yekrêziya Kurd di vê rewşa Sûriyeya nû de û wiha got: “Wek KNK ya giring ji bo me ew e ku çi kesekî were ser desthiladariya Sûriyeyê divê demokrasî û wekheviyê bi xwe re bîne û herî zêde li beramber vê yekê pêwîste Kurd çawa destê xwe bikin yek û li hemberê vê rewşê bi hêz bin. Rastî jî xeteriyek pir mezin li ser gelê Kurd li Sûriyeyê heye, bi hatina Colanî heta roja me ya îro de di milê ewelkariyê de tiştek ji bo Rêveberiya Xweser û Kurdan nekiriye. Her wiha ev zihniyeta Colanî dixwaze fitneyekê di navbera netewên Sûriyeyê de bide avakirin û sîstema Rêveberiya Xweser ji holê rake. Eger Kurd di vê pêvajoyê de ne hişyar bin, helwesta xwe nekin yek û berjewendiyên xwe yê partiyê nedin aliyekî wê Lozanek din bi serê me were. Em wek KNK jî kar û bar di vê mijarê de dikin da ku em bi awayek bi lez gelê xwe yê Kurd ji vê komkujiyê hişyar bikin. Bila gelê Kurd bizanibe eger Kurd bûn yek dest êdî ti hêzên leşkerî yên dijmin nikare me bişkîne.”
‘PÊWÎSTE KONFRANSA YEKRÊZIYA KURD PIR BERFIREH BE’
Hêvî Mûstefa behsa konferansa ku ji bo yekrêziya Kurdan wê were lidarxistin kir û wiha got: “Me berî demekê daxuyaniyek da raya giştî ku wê konferansek me were lidarxisin, lê rastî piştî vê rewşê pêwîste em gevên pir bi hesab bavêjin. Tekeze ku wê ev konferans were lidarxistin lê belê dîroka roja wê hîn ne diyare, wê di demek nêz de diyar bibe. Tişta herî sereke ya ku wê di vê konfransê de li ser were nîqaşkirin, ‘Çareseriya Pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê’ be, her wiha li ser destkeftiyên Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê di çi xeteriyê de ne û em wek Kurd bi giştî çawa em ê van destkeftiyan biparêzin. Her wiha wê ev konferans pir mezin bê lidarxistin û nêzî 40-50 kesayetên serbixwe tevlî konferansê bikin. Di necamê de jî wê bi nêrînên partî, sazî û kesên amade belgeyek siyasî di derbarê çareseriya Pirsgirêka Kurd de were derxistin. Di dawî de em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistan bang li Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dikin û dibêjin ku derfeta dawî di destê me de ye û pêwîste em di vê pêvajoyê de bibin yek. Her wiha pêwîste di vê konfransê de hemû Kurd cihê xwe bigrin da ku dijmin ji hêza me ya Kurd bitirse.”