9 gundên Kantona Firatê û dora Tişrînê hatin bombebarankirin

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê gundê Toraman ê Kobanê, Bendava Tişrînê, 6 gundên li rojavayê Girê Spî û 2 gundên Eyn Îsayê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê SMO gundê Toraman ê li başûrê Kobanê ye li gorî saeta herêm saet di 18.00’an bombebaran kirin. Li Bendava Tişrîn a ku gel lê nobetê digirin, saet dora 22.00’an de hat bombebarankirin.

Dagirkeran vê kêliyê gundên Îbrahîm Kurdo, El Hurriya, Zenobiya, Laqelqo, El Erîda, Kûr Hesenê yên rojavayê Girê Spî ya dagirkirî û gundên El Xalidiya û El Xoşanê yên Eyn Îsayê bombebaran kirin.

Der barê encamên êrîşan de ti agahî nehatin bidestxistin.