QSD’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên di berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û Kobanê de şehîd bûbûn, eşkere kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku sê şervanên wan ên bi navê Welat Êrîş, Birûsk û Dilşêr Kobanê di berxwedana li hember êrîşên dewleta Tirkyeyê ya dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê û herêma Kobanê de, şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Sê hevrêyên me yên têkoşer Welat Êrîş / Hîkmet Îbo, Brûsk / Ela Nûredîn Sadiq û Dilşêr / Yasir Bozan Şêx Nebî, piştî berxwedaneke mezin li hember êrîşên dagirkeriya Tirkyeyê û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê û başûrê Kobanê, şehîd bûn."

QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê da.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Welat Êrîş

Nav û paşnav: Hikmat Îbo

Navê dayikê: Lemya

Navê Bav: Şikrî

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê - 01.02.2025’an

 

Nasnav: Birûsk

Nav û paşnav: Ala Nûredîn Sadiq

Navê dayikê: Emîna

Navê bav: Nûredîn

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê - 27 .01. 2025’an

 

Nasnav: Dilşêr Kobanê

Nav û paşnav: Yasir Bozan Şêx Nebî

Navê dayikê: Zeyneb

Navê bav: Bozan

Cihê jidayikbûnê: Kobanê– Gundê Carqelî

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê - 20 .01.2025’an”