Nasnameya şehîdên QSD'ê hate eşkerekirin

Nasnameya 8 şervanên QSD'ê hate eşkerekirin ku di dem û cihê cuda de şehîd bûn.

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê şehadeta 8 şervanan ragihand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

’’Hêzên me (QSD) bexwedana xwe ya dîrokî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Hêzên me ku efsanên lehengane li hemberî alava leşkerî ya dagirkeran dinivîsnin û tevahî êrişên wan dişkînin, derbên giran ên canî û madî dighînin wan.

Berxwedana me ya dîrokî ya li Bendava Tişrînê, Pira Qereqozaqê û herêmên din ketiya qonaxeke girîng. Her roj aloziya ku dagirker û çeteyên wê di nav de zêdetir dibe;  her ku ji aloziyekî derdikevin, dikevin yeke din; ev jî bi saya berxwedan û sekane lehengane ya şervanên me.

Em bi serbilindahî radighînin ku hejmareke şervanên me li eniyên rûmet û berxwedana li hemberî dagirkeran û çeteyan gihiştin asta şehadetê. Şervanên me ku heya kêliya dawî bi wefakdarî û fedakariyeke mezin şer kirin navên  xwe di dîroka nemiran a gelê me de tomar kirin. Şervanên me yên şehîd bûne ev in: Egîd Girê Spî (Nîhad Hecî), Nîdal Reqa (Mehmûd Newaf), Hemûde Kerama (Ehmed Hemîd El Munîf), Azad (Hemûd Ebdulezîz Mihemed), Demhat Dirbêsiyê (Heyder Ehmed El Xizêm), Cesar (Newaf Xidir El Qetî), Xelîl Ehmed Bozê (Xelîl Ehmed Bozê), Seyf (Muhened Îbrahîm Mihêmîd).

Bila serê malbatên şehîdên me sax be. Soza me ya daîmî em ê xeta şehîdan bişopînin û têkoşîna wan berdewam bikin heya ku bi serkeftinê tacîdar bikin, dagirkerî û tevahî cûreyên terorê têk bibin."

Nasnameyên şehîdan:

Nasnav: Egîd Girê Spî

Nav û paşnav: Nîhad Hecî

Navê dayikê: Cimo

Navê bav: Hecî

Cihê jidayikbûnê: Girê Spî

Cihê şehadetê: Kobanê-Cirniye-21 Kanûn 2024

 

Nasnav: Nîdal Reqa

Nav û paşnav: Mehmûd Newaf

Navê dayikê: Efaf

Navê bav: Hemûd

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê- Cirniye- 21 Kanûn 2024

Nasnav: Hemûde Kerama

Nav û paşnav: Ehmed El Munîf

Navê dayikê: Alya

Navê bav: Hemîd

Cihê jidayikbûnê: Dêrazor-Behra

Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir- 25 Kanûn 2024

Nasnav: Azad

Nav û paşnav: Hemûd Mihemed

Navê dayikê: Cemîla

Navê bav: Ebdulezîz

Cihê jidayikbûnê: Dêrazor-Ebû Hemam

Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir-25 Kanûn 2024

Nasnav: Demhat Dirbêsiyê

Nav û paşnav: Heyder El Xizêm

Navê dayikê: Meha

Navê bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê: Ebû Kuber

Cih û dîroka şehadetê-Cirniye-21 Kanûn 2024

Nasnav: Cesar

Nav û paşnav: Newaf El Qetî

Navê dayikê: Emel

Navê bav: Xidir

Cihê jidayikbûnê: Şedadê

Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir-25 Kanûn 2024

Nasnav: Xelîl Bozê

Nav û paşnav: Xelîl Bozê

Navê dayikê: Edûle

Navê bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, ji ber nexweşiyeke giran- 7 Sibat 2025

Nasnav: Seyf

Nav û paşnav: Muhened Mihêmîd

Navê dayikê: Zehîba

Navê bav: Îbrahîm

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaqê-16 Kanûn 2024.