Dewleta Tirk êrîşî gundekî Kobanê kir: 9 welatî birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov êrîşî gundê Emşa Iwêna yê li Başûrê Kobanê kir. Di encama êrîşê de 9 welatî birîndar bûn ku piranî jê zarok in.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov êrîşî gundê Emşa Iwêna yê li Başûrê Kobanê kir. Di encama êrîşê de 9 welatî birîndar bûn ku piranî jê zarok in.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov êrîşî gundê Emşa Iwêna yê li Başûrê Kobanê kir.
Hat ragihandin ku di êrîşê de 9 welatî birîndar bûne ku piranî jê zarok in.
Navê welatiyên birîndar wiha ye:
“Îbrahîm Mihemed Hebeş (13), Rodî Mihemed Hebeş (12), Muslim Yasir Hebeş (13), Mihemed Yasir Hebeş (15), Eyşe Cemal Îsmaîl (28), Huda Salih Hemo (20), Îbrahîm Salih Hemo (17), Ebdullah Îsmaîl Hemo (3) û Ceylan Îsmail Hemo (2)”