Li Osmaniyeyê Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr û 2 kesên din hatin binçavkirin
Li Osmaniyeyê Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Bajêr Celal Eker û 2 kesên din hatin binçavkirin.
Li Osmaniyeyê Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Bajêr Celal Eker û 2 kesên din hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê bi îdîaya “propagandakirina rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de, duh bi şev Hevserokê Bajêr Celal Eker û 2 kesên din ên bi navê Mustafa Çoban û Sabrî Çoban, di dawetekê de hatin binçavkirin.
Piştî kar û barên îfadeyê, kesên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Osmaniyeyê.