Îmamoglû bertek nîşanî darbeya qeyûm da

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da û got, “Bi biryarên dadgehê û tewanbariyên ciyawaz dûrxistina ji kar an jî girtina şaredaran li dijî demokrasiyê ye.”

DARBEYA QEYÛM

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû derbarê desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de li ser medyaya dîjîtal peyamek weşand.

Peyama Îmamoglû wiha ye:

“Kesên ku berî hilbijartinan li gorî şert û mercên qanûnî ne, her ji ber çi be piştî ku têne hilbijartin bi biryarên dadgehê û tewanbariyên ciyawaz jidûrxistin an jî girtina wan bi demokrasiyê re li hev nayê. Herî dawî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî hatiye kirin. Zehmet e ku mirov van kiryarên li dijî mafê hilbijartinê û vîna welatiyên Kurd û pêvajoya çareseriyê ya ku serokê MHP’ê Devlet Bahçeli dayî destpêkirin bi hev re bifikire.”