Li Stenbolê komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

Li Stenbolê komploya 15’ê Sibatê ji aliyê jinan ve hate protestokirin. Di çalakiyê de komplo hate şermezarkirin û jinan dan zanîn ku ew ê piştgiriyê bidin her pêngaveke Rêber Apo.

KOMPLOYA 15'Ê SIBATÊ

Bi armanca şermezarkirina 26'emîn salvegera Komploya Navneteweyî, di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Qada Azadiyê ya navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê daxuyaniyeke çapemeniyê hatE dayîn. Aktîvîstên TJA, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêveberên DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Jin ber bi azadiyê ve dimeşin" hat vekirin. Di daxuyaniyê de bê navber dirûşmên "Ji şer na, aştî niha", "Bijî Serok Apo", "Be Serok jiyan nabe", "Bijî berxedana Rojava", "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.

Parlamenter Çîçek Otlu axivî û bal kişand ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û diyar kir ku xelkê Wanê li dijî qeyûm li ber xwe da. Çîçek Otlu dû re bal kişand ser komployê û got: "26'emîn salvegera komploya li dijî Birêz Ocalan e. Hêzên navneteweyî, rejîmên paşverû yên Rojhilata Navîn, ji bo meşa azadiyê ya gelê Kurd bê veger tasfiye bikin, qanûn paşguh kirin û Birêz Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin. Weke Kurd, kedkar, jin û ciwan me 26 salan beriya niha jî  digot ku em komployê nas nakin, îro jî dibêjin em komployê nas nakin." 

Sevcan Kadîroglu jî axivî û bal kişad ser têkoşîna li dijî komployê ev yek anîn ziman: "Em îro di qonaxeke girîng a ji bo dabînkirina aştî û mercên jiyana demokratîk ji bo gelê xwe ne. Ji nû ve destpêkirina pêvajoya diyalogê ji bo gihiştina çareseriyeke mayînde bêyî windakirina demê, di xaleke girîng a diyarkirina paşeroja gelên herêmê de ye. Ji bo aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke adil şertê pêwîst ew e ku Birêz Abdullah Ocalan azadiya fîzîkî bi dest bixe û bi awayekî azad siyasetê bike. Em îro careke din komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de dirûşmeyên li dijî tayînkirina qeyûm û şermezarkirina komployê hatin berzkirin.

Dema girse belav bû polîsan êriş bir ser girseyê û di encamê de 10 kes hatin binçavkirin.