Car din cezayê îdamê li Şerîfe Muhammedî hate birîn

Komîteya Parastina Şerîfe Muhammedî ragihand ku di 13’ê Sibatê de car din cezayê îdamê li girtiya siyasî Şerîfe Muhammedî hate birîn.

ŞERÎFE MUHAMMEDÎ

Komîteya Parastina Şerîfe Muhammedî diyar kir ku di encama jinûve darizandina cezayê îdamê yê derbarê girtiya siyasî Şerîfe Muhammedî de, Serokê Daîreya 2’yan a Dadgeha Şoreşê ya Reşît a Îranê Muhammed Alî Derwêş Goftar cezayê îdamê erê kir.

Şerîfe Muhammedî di sala 2023’yan de bi sûcdariya “Propagandaya Li Dijî Dewletê” hatibû darizandin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de Dadgeha Şoreşê ya Îranê cezayê îdamê lê birî bû. Lê belê biryar di 12’ê Kanûna 2024’an de xira bûbû.