Berxwedana li taxên Wanê: Qeyûm bicehime!

Gelê Wanê li hemberî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li taxan bi vêxistina agir nerazîbûnên xwe nîşan dide.

Protestoyên li hemberî desteserkina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve bi şev jî berdewam dikin. 

Li gelek taxên Wanê li hemberî derbeya qeyûm çalakiyên protestoyî tên lidarxistin û di navbera gel û polîsên dewleta Tirk de rageşî derket. 

Bi taybet li taxên Xaçort, Şebaniye, Yunîplîk û Seyît Fehîm Arvasî û li gelek cihên din çalakiyên protestoyî berdewam dikin û polîsên Tirk bi ava bişid, xaz û guleyên plastîk êrîşî çalakvanan dike. 

Çalakvanên ku li gelek taxan agir vêxistîne û fîşekên hewayî berdidin, dirûşmeyên ‘’Qeyûmê talanker bicehime’’ berz dikin. 

Berxwedana li taxan berdewam dike.