Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêber Apo û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin.
Malbata Rêber Apo û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin.
Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê xwişka Omer Hayrî Konar Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê bikin serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.
Serlêdanên parêzeran û malbatan bi salan e bê bersiv têne hiştin. Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê car carna bi derengî bersivê dide û 'cezayê dîsîplînê' dike hincet, bi vî rengî jî hevdîtinên parêzeran bi kêfî û bi rêk û pêk ji bo 6 mehan carekê qedexe dike.