Dayikên Şemiyê vê heftê aqûbeta Ridvan Karakoç pirsîn
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de ji bo Ridvan Karakoç ê ku di sala 1995’an de li Stenbolê ji aliyê dewleta Tirk ve hat binçavkirin û piştre bi êşkenceyê hate qetilkirin, hatin ba hev.
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de ji bo Ridvan Karakoç ê ku di sala 1995’an de li Stenbolê ji aliyê dewleta Tirk ve hat binçavkirin û piştre bi êşkenceyê hate qetilkirin, hatin ba hev.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin û ji bo darizandina faîlan, her hefteyê li Qada Galatasarayê tên ba hev. Dayikên Şemiyê çalakiya 1038’an lida rxist.
Dayikên Şemiyê yên ku bi qurnefîl û wêneyên windayan li Qada Galatarasayê hatin ba hev, vê hefteyê kujerên Ridvan Karakoç ê ku di sala 1995’an de li Stenbolê hatibû binçavakirin û piştre hatibû qetilkirin, pirsîn.