Ji Wezîrê Edaletê peyama li ser Newrozê
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç li ser pirsa, 'Wê di Newrozê de peyama bi dîmen a Rêber Apo hebe yan na' got, "Bi dîmen nabe. Daxwaz hebe mijara nameyê dikare bê nirxandin."
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç li ser pirsa, 'Wê di Newrozê de peyama bi dîmen a Rêber Apo hebe yan na' got, "Bi dîmen nabe. Daxwaz hebe mijara nameyê dikare bê nirxandin."
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç li Enqereyê bi nûnerên dezgehên çapemeniyê re civiya. Banga Rêber Apo hate kirin û Tunç got: “Nîqaşa têkildarî ‘gelo dê ji vir û şûnde çi gav bên avêtin’ nîqaşeke rast nîne. Divê ev pêvajo têk neçe, ev ji bo me tevan girîng e.”
Têkildarî girtiyên nexweş jî Tunç ev tişt anî ziman: “Mesela girtiyên nexweş... Em dibêjin ‘bila girtî li girtîgehê nemirin.’ Ev, li dijî mafên mirovan e. Rast nîne ku ev weke efûya giştî bê şîrovekirin.”
Tunç pirsa têkildarî “Mafê hêviyê” jî wiha bersivand: “Mafê hêviyê di mewzûatên me de tune ye. Berdana bi şert a hikûmxwarên cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn 30 sal, ya hikûmxwarên cezayê muebbetê jî 24 sal in. Dema ev sal tije bûn û başhal bin, dê tehliye bibin. Heke ji carekê zêdetir cezayê muebbeta girankirî lê hatibe birîn, wê demê rewş cuda ye. Cezayê mirinê veguherandine cezayê muebbeda girankirî. Hukmekî taybet di Qanûna Înfazkirina Cezayê de heye ku dibêje berdana bişert di cezayê muebbeda girankirî de tune ye.”
Tunç îdia kir ku li Îmraliyê tecrîd nîne û got: “Anku şert an jî cihêkariyeke li gorî hikûmxwaran tune ye. Mercên tenduristiyê, xwarin, vexwarin û cihê mayinê yê li wir li gorî mewzûatên me ye.”
Ji bo pirsa “Gelo dê Ocalan di Newrozê de bangeke bidîmen bike?” jî Tunç ev bersiv da: “Di mewzûatên me de şertên ku hikûmxwar bidîmen li gel xizmên xwe biaxivin diyar in. Dikare nameyê bişîne û li ser telefonê biaxive. Ev, di mewzûatê de hene. Lê belê pêkan nîne bi rêya vîdeoyê an jî weşaneke zindî beşdar bibe. Dikare nameyê bişîne. Hikûmxwar dikarin nameyan bişînin û dikare ji wan re name were şandin. Heta niha di mijara nameyê de daxwazek nehatiye kirin. Lê heke daxwazek çêbibe, ev mijar dikare were nirxandin.”
Têkildarî vîdeoya di dema hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Abdullah Ocalan de hatiye kişandin jî Tunç wiha got: “Vîdeo, bi temamî ji hêla ewlehî û îstîxbarata dewletê ve hatiye kişandin.”