Nezîr Bûdak ji ber 'wergera şaş' a polîsan hat girtin

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê navçeya Giyadînê Nezîr Bûdak ji ber polîsan axaftina wî ya di pîrozbahiya Newroza navçeya Giyadînê ya Agiriyê şaş wergerandin, hat girtin.

Nezîr Bûdak ji ber axaftina li Newrozê kiribû, ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Polîsan a navçeya Giyadînê û li wir hat binçavkirin.

Bûdak piştî karûbarê wî yên li midûriyeta polîsan qediya sewqî edliyeyê hat kirin. Piştî îfadeya li dadgehê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye” hat girtin û wî şandin girtîgehê.

Polîsan, axaftina Bûdak “Ji quntara Gilîdaxê hezar silav” wek “Ji fermandarên Çiyayê Agirî û Çiyayê Tendûrekê re silav” wergerandin. Bi hinceta ku wergervanê Kurdî tuneye, axaftina Bûdak li ser bernameyên înternetê werger kirin û bi vî awayî axaftina Bûdak şaş hat wergerkirin. Dadgehê wergera şaş esas girt û biryara girtinê da.