Polîsan bi ser mal û nivîsgeha Azad Bariş de girtin

Polîsên Tirk bi ser mal û nivîsgeha Lêkolînerê Êzidî û Rêveberê Giştî yê Navenda Raman û Lêkolînê ya Spectrum Houseyê Dr. Bariş Azad de girtin.

Li Stenbolê polîsan bi ser mal û û nivîsgeha  şîrketa lêkolînê yê Lêkolînerê Êzidî û Rêveberê Giştî yê Navenda Raman û Lêkolînê ya Spectrum Houseyê Dr. Azad Bariş de girtin. Azad Bariş ê ku li derveyî welat e, ji aliyê polîsan ve lêgerîn hat kirin. Sedema serdegirtina mal û kargeha Azad Bariş nehat zanîn.

Azad Bariş têkildarî serdegirtinê daxuyanî da û wiha got: “Tevî ku di nava raya giştî, akademiyê, siyasetê û çapemeniyê de kesayetekî naskirî me jî, bêyî ku temenê keçên min ên biçêk di ber çavan de derbas bikin ‘ekîbên antî-teror’ê bi ser mala min de girtin û cihê ku lê dixebitin wêran kirin. Ev serdegirtin li dijî rêgeza serweriya hiqûqê, mafên mirovan û nirxên demokratîk e.”