DEM Partî li ber 'operasyona ÎBB' rabû: Divê tavilê dest jê bê berdan

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari têkildarî oprasyona li ser ÎBB'ê û dîmenên binçavkirinê daxuyaniyek da û bi gotina 'aciziya siyasî' nerazîbûn nîşan da.

5 jê şaredarên CHP'yî yên girtî 38 kesên di pêla 5'emîn a operasyona li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de hatin binçavkirin, dema sewqî edliyeyê hatin kirin, xistin yek rêzê û dîmenê vê yekê hate weşandin. Ev girtin û kiryar bû sedema nerazîbûneke mezin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari ew dîmen şermezar kirin ku siyasetmedar xistin rêzekê û li otobusan hatin siwarkirin.

NÎŞANEYA ACIZIYA SIYASÎ Û BÊHIQÛQIYÊ

Tûncer Bakirhan li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyanî da û diyar kir ku ev yek dişibe "Darizandinên 12'ê Îlonê û operasyonên qirkirina siyasî yên KCK'ê" û nîşaneya aciziya siyasî û bêhiqûqiyê ye.

Bakirhan got, "Ev neheqî û bêhiqûqî li kê bê kirin em ê li ber rabin" û bang kir ku tavilê dest ji vê kiryarê bê berdan û êdî dadgerî bes weke çoyê siyasetê bê bikaranîn.

DIVÊ TAVILÊ DEST JÊ BÊ BERDAN

Tulay Hatîmogûllari jî bi gotina, "Propagandeyeke siyasî ya erzan" ev nirxandin kir: "Beriya bi salan di darizandinên 12'ê Îlonê û operasyonên di bin navê KCK'ê de hatin meşandin, me heman dîmen û hewldanên propagandayê dîtibûn. Me bi hev re dît bê kiryarên bi vî rengî zerareke çawa dide aştiya civakî. Operasyonên siyasî û hewldanên propagandayê Tirkiyeyê di lêgerîna hiqûq, demokrasî û aştiyê de gelekî lawaz dike. Divê tavilê dest ji van kiryaran bê berdan û zexta dadgeriyê ya li ser siyasetê bê terikandin."