ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê werin şopandin.

Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Alîkara Baroya Amedê Şîlan Çelîk diyar kir ku Paketa Darazê ya 20'emîn bersiv neda bendewariyan û got, têkildarî sererastkirinên qanûnî yên li ser pêvajoyê divê gav bêne avêtin.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, tundiya li dijî jinê, qanûnên nixumandina ji neçarî, zext, girtinên kêfî û cezayên darvekirinê zêde dibin.

KCDK-E'yê ragihand ku Cejna Qurbanê ji bo mezinkirina yekîtiya neteweyî, piştevanî û têkoşînê firsendek e û cejn li gelê Kurd û alema Îslamê pîroz kir.