Zulkuf Gezen li Stenbolê hate bibîranîn: Em ê bi ser bikevin!

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ji bo Zulkuf Gezen ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdagê ku ji bo protestokirina tecrîda Îmralî çalakiya fedayî lidarxist, daxuyaniyekî girseyî da çapemeniyê.

Rêxistina HDP’ê ya bajarê Stenbolê ji bo Zulkuf Gezen ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdagê ku ji bo protestokirina tecrîda Îmralî çalakiya fedayî lidarxist, li pêşiya avahiyê daxuyaniyekî girseyî da çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê Zeynel Ozen, Mûsa Pîroglû, hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di çalakiyê de pankarta “Em ê tecrîdê bişkînin teqez em ê bi ser bikevin, Zulkuf Gezen nemir e" hate vekirin û dirûşmeyên “Şehid namirin”, “Zext me bêzar nakin" û “Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin.

Destpêkê Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, bertek nişanî bêdengiya hikûmetê da û wiha got: "Duh Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tekîrdagê xwe darvekir û dawî li jiyana xwe anî. Xwest dawî li tecrîdkirina Brêz Ocalan bê. 20 sal in tecrîd li ser Girtîgeha Îmraliyê û Birêz Ocalan heye. Em li vî welatî hiqûq edalet û azadiyê diparêzin. Îro tecrîda li Îmraliyê li her derê welat belav bûye. Em dixwazin ev tecrîda li ser welat bi dawî bibe. Yên zagonan derdixin ew bi xwe van zagonan binpê dikin û naxin meriyetê. Di şexse me de maf û azadiya vî welatî tê astengkirin."

Çîçek, anî ziman ku Leyla Guven zêdeyî 4 meh in di grevê de ye û wiha bi dawî kir: "Ger ku parlementerek 4 meh in di grevê de be, ev eyba dewletê ye. Ev ne eyba me ye. Ger ku mirov dawî li jiyana xwe tîne ev eyba dewletê ye. Em ê têkoşina xwe li her derê mezin bikin. Em dibêjin bijî têkoşîna me ya demokratîk. "

‘BIRYARDARIYA ME WÊ BIDOME’

Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu jî bal kişand ser daxwazên çalakgerên grevê û wiha got: “Zulkuf Gezen ji bo hiqûq têkeve meriyetê dawî li jiyana xwe anî. Ji bo Ocalan bê berdan dawî li jiyana xwe anî. Ev têkoşîneke pir mezin e.  Di sala 2013'an de bi birêz Ocalan re hevdîtin hat kirin. Birêz Ocalan daxuyanî dan. Wê demê her tişt rewa bû. Em dîsa dixwazin vegerin wan rojan û biryardariya me ya têkoşînê wê bidome.”

‘DEWLET SÛCÊ MIROVAHIYÊ DIKE’

Parlamenter Zeynel Ozen  jî anî ziman ku Guven 131 roj in di grevê de ye û wiha got: “Tecrîd dîlgirtina aştiyê ye. Çi girtî dibe û çi hikûmxwar dibe, ev pêkanînên li ser kesan pêkanînên faşîst in û nayê qebûlkirin. Daxwazên kesên girtî ne siyasî ne, dixwazin hiqûqê pêk bînin û hikûmet û dewlet li gorî zagonan tev bigerin. Dewlet sûcê dij mirovahiyê dike. Me her dem xwest ku mirov nemirin. Lê me şehîdê ewil da. Her dem yên li ber xwe dane bi ser ketine. Ji ber vê yekê em dibêjin Berxwedan Jiyan e."

‘EM Ê BI SER BIKEVIN’

Parlamenterê HDP'ê Mûsa Pîroglû jî bertek nîşanî bêdengiyê da û wiha got: “Dema her tişt xelas bibe ne dengê dijminê me, wê bêdengiya dostê me ji bîra me neçe. Hevalên me ji bo vê bêdengiyê xera bikin canê xwe feda dikin. Em dizanin ku her dem yên li ber xwe didin bi ser dikevin. Ev roj wê bi dawî bibin û em ê bi ser bikevin. Divê em bêtir mil bidin milê hev. Dengê Leyla Guven li Stenbol, Îzmîr û Amedê bilind bûye. Em van berdêlan ji bîr nakin û yên bûne sedema van berdêlan em ê hesab ji wan bipirsin. Em hebûn, em hene û em ê her dem hebin."