Zext û zordariya li girtîgehan piştî greva birçîbûnê zêde bûn!

Piştî greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî, zexta li girtîgehan zêde bû. Li Xarpêtê hin girtî li hucreyên yek kesî hatin bicihkirin. Girtiyên nexweş jî nayên dermankirin.

Bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berdana girtiyên nexweş 12'ê Îlonê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan a ji bo hişyarkirinê kiribûn.

Tevî ku grev ketiye roja sêyemîn jî ji bo bicihanîna daxwazên girtiyan gavek nehatiye avêtin.

GIRTÎ XISTIN HUCREYA YEK KESÎ

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêrtê piştî destpêkirina greva birçîbûnê rêveberiya girtîgehê zextên xwe yên li ser girtiyên ji doza PKK'ê zêde kir. Ji girtiyan Fûrkan Ûgur ji malbata xwe re got ku 4 ji hevalên li qewîşa wî bi destpêkirina grevê re li hucreyên yek kesî hatine bicihkirin.

Ûgûr diyar kir ku di dema hevdîtinê de şîdet û heqaret li wan hatiye kirin û eşyayên wan ên taybet, pirtûk û rojname radestî wan nehatine kirin.

Yek ji daxwazên girtiyan jî berdan û dermankirina girtiyên nexweş in. Lê belê di vî warî de jî gavek nehatiye avêtin.

GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN DERMANKIRIN

Yek ji girtiyên nexweş Merve Aydogan dema ku ji Girtîgeha Tîpa T a Kayseriyê ew dibirin nexweşxaneyê, gardiyan û leşkeran heqaret li wê kirin.

Xwişka Merve Aydogan Şukran Aydogan got, xwişka wê qebûl nekiriye ku bi destkelepçekirî bê dermankirin, lewma jî doktoran ew mûayene nekirine. Aydogan got, "Normal divê xwişka min biçe nexweşxaneyê û tedawî bibe. Hin testên li ser nexweşiya wê li girtîgehê hate kirin. Ev yek kiryareke li dijî mirovahiyê ye. Divê ev dest li nexweşxaneyê bên kirin."

Aydogan anî ziman ku xwişka wê ji ber nexweşiyê nikare her xwarinê bixwe, lê xwarin û dermanên wê bi rêk û pêk jê re nayên dayin.

Aydogan bi bîr xist ku rapora "nabe ku li girtîgehê bimîne" ya xwişka wê heye, lê hîn jî li girtîgehê tê hiştin. Aydogan got, eger tiştek bi xwişka wê bê, berirsyar wê Wezareta Edaletê û rêveberiya girtîgehê be.