'Îro li Kobanê bi rengê Rêber Apo rojeke cuda hilatiye'
Dayîkên ji Kobanê anîn ziman ku ew îro ji ber dîtina dîmenên Rêber Apo gelekî kêfxweş û diyar kirin ku îro li Kobanê bi rengê Rêber Apo rojeke cuda hilatiye.
Dayîkên ji Kobanê anîn ziman ku ew îro ji ber dîtina dîmenên Rêber Apo gelekî kêfxweş û diyar kirin ku îro li Kobanê bi rengê Rêber Apo rojeke cuda hilatiye.
Piştî 27 salan îro cara ewil Rêber Apo li ser ekranên ANF’ê bangeke bidîmen kir. Dayîkên ji Kobanê jî têkildarî mijara berbehs hestên xwe ji ANF`ê re parve kirin.
Dayîka bi navê Necmê Kinco di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Rêber Apo dil, can, rih û hebûna wan e û got: "Em girêdayî vê pêvajoyê ne ku ji aliyê Rêberê me ve hatiye destpêkirin. Îro jî Rêberê me bi bangeke bidîmen pêvajo veguherand pêvajoyeke din. Weke gelê Kobanê îro ji bo rojeke gelekîgirîng e. Kelecaneke mezin heye, em xwediyê wê hêzê ne ku em ê Rêberê xwe di nava xwe de bibînin û em ê li ser wê fikir û felsefeyê bin. Em li ser piyan in û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Çawa ku cara ewil derbasî Kobanê bû, em ê careke din jî Rêberê xwe di nava xwe de li Kobanê bibînin."
`EM JI TARÎTIYÊ DERKETIN RONAHIYÊ `
Dayîka Necmê piştre diyar kir ku bi saya Rêber Apo jin niha li her derê cihê xwe digirin û got: "Em bi saya Rêberê xwe li vir in. Em weke jin îro em li hemû qadan cihê xwe digirin. Rêber Apo ji bo min her tişt e, ew parçeyeke ji canê min, ji dil û mejiyê min e. Ez wisa hîs dikim ku ji tarîtiyê derketîme ronahiyê. Em ê li pey Rêberê xwe bin û em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe jî misoger bikin."
Dayîka bi navê Cîhan Bozan jî diyar kir ku îro ji heft saliyan heya heftê saliyan di nava civakê de kelecaneke pir mezin heye û ev yek anîn ziman: ‘’Piştî salan me îro bi rêya dîmenan Rêberê xwe dît. Ji vir û şûn de jî em dixwazin Rêberê xwe di nava xwe de bibînin. Îro ji 7 saliyan heta 70 saliyan em hemû pir kelecan in ku em nikarin wêkelecana xwe pênase bikin. Me îro Rêberê xwe dîtiye. Hêviya me pêk hat. Em di nava tarîtiyê de bûn, her roj roj li me hildihat, lê îroj roja me cuda ye ew roj jî rûyê Rêberê me ye."
`EM JIN BI HÊZ BÛN, BI ÇAV BÛN Û EM BÛN PÊŞENG`
Dayîka bi navê Cîhan Mistefa jî anî ziman ku bi saya Rêber Apo gelê Kurd xwe da îspatkirin û got: "Em îro kêfxweş in û ji ber kelecana xwe nikarin hestên xwe zêde bînin ziman. Îro moral û kelecana me gelekî mezin e. Em di wê baweriyê de ne ku em ê di demeke nêzik de Rêberê xwe di nava xwe de bibînin û xwe bigihînin serkeftinê.’’