YPG'ê şoreşgerê Kurd ê 62 salî Xalo bi rêzdarî bi bîr anî

Fermandariya YPG'ê ya Efrînê, Mihemed Reşo (Xalo) ê 62 salî ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirk di nava refên berxwedanê de cih girt û şehîd bû, bi bîr anî.

Mihemed Reşo yê ku bi navê Xalo dihate naskirin, tevî temenê xwe yê mezin li dijî êrîşên dagirkeriyê yên hêzên Tirk bi Hêzên Parastina Civakî û YPG'ê re tevlî berxwedanê bûbû. Di sala 1956’an de ji dayîk bûbû û di temenê 62 saliyê de bû. Şoreşgerê Kurd Xalo 10’ê Sibatê li gundê Berkaşê yê navçeya Bilbilê jiyana xwe ji dest da.

Fermandariya YPG'ê ya Efrînê derbarê şehadeta welatparêz û şoreşgerê Kurd  Mihemed Reşo (Xalo) daxuyaniyeke nivîskî weşand û û Reşo bi rêzdarî bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de ev agahî hate dayin: "Şoreşger û welatparêzê  me Mihemed Reşo (Xalo) ku temenê wî yê mezin nebû asteng û kêlî bi kêlî weke endamekî canfeda yê Hêzên Parastina Civakî (HPC) li kêleka şervanên  têkoşiya  û erka xwe ya ku bi salan ji dil dabû li ser milê xwe bi cih dianî û herî dawî jî beriya ku şehîd bibe bi israr rêya şoreşê bernedida û şehîd bû; di dilê şervanên me de israra berxwedan û serketinê hîn buha û mezintir kir.

Şehadeta heval Mihemed careke din tekez dike ku rêya berxwedanê bênavber wê were  berdewamkirin û doza ku gel û şervan bi hev re dimeşînin serketiye û wê her serketî bimîne. Dema şoreşgerên vî welatî li ser xaka xwe şehîd dibin ji bo her kesî tekez dibe çiqase ev doz mafdar e û ne balafir, ne tank û topên dijmin pê dikare.

Li ser vê bingehê, em dibêjin bila serê malbat û serê şervan û gelê me sax be. Nirxên ku şehîdan  ji bo me hiştine rêya şervanên me YPG û YPJ'ê ronî dike û têrê dike ku em gelê xwe her tim di nava azadiyê de bihêlin û doza nirxên mirovatiyê bişopînin û biparêzin. Bi soz û biryara ku me daye şehîdan em ê ti carî ji rêya xwe venegerin."