YPG’ê encama şerê Serêkaniyê aşkera kir

YPG’ê encama şerê Serêkaniyê aşkera kir

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) encama şerê ku duh li Serêkaniyê bi êrîşa komên çete re dest pê kiribû, aşkera kir. Li gorî daxuyaniyê, li noqteyekê 7, li cihekî din jî hejmarek zêde kuştiyên komên çete çêbûn. Di şer de şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest da.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê, derbarê şerê ku duh li Serêkaniyê qewimî de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komek bi navê Tabura Ehrar Xwêran a girêdayî Meclîsa Şoreşgerî ya Hesekê ku ew jî girêdayî Artêşa Azad e, di 12’ê Kanuna 2012’an saet di 13.00’an de êrîşî firina nan a dikeve rojhilatê bajêr kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku beriya êrîşê endamên heman komê bi çekan li dora firinê digeriyan, bi vê yekê dixwestin ku şêniyên bajar ên ku jixwe ji ber şer di nava reşweş nebaş de bûn, bitisînin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li ser hewldana komê, şêniyên bajêr ji wan xwestiye ku dest ji van hewldanên dûrî mirovahiyê û exlaqî ne berdin û ji firinê dur bikevin.

KOMÊN ÇETE PAŞVE VEKIŞIYAN

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî van geşedanan hêzên YPG’ê mecbur maye ku mudaxele bike û ev tişt hatin gotin: “Hêzên me xwest ku komê derxîne. Lê komê gule barandin û pevçûnan derst pê kir. Di encama şerê li vê noqteyê de 7 êrîşkar hatin kuştin. Pevçûn heta derengiya şevê li cihên cuda yên bajêr dom kir. YPG’ê ji 3 aliyan ve mudaxeleyî komên çete kir. Pevçûna dijwar li ser Xaçerêya Hesekê qewimî û ji koma çete gelek kuştî û birîndar çêbûn. Di vî şerî de 7 çekên kelaşnîkof hatin bidestxistin. Piştî van şerên dijwar komên çete kuştî û birîndarên xwe gitin û xwe paş ve kişand.”

ENDAMÊ YPG’Ê JIYANA XWE JI DEST DA

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di şerde şervanê YPG’ê yê bi navê Goran Dêrik jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye. Debarê Goran Dêrik de di daxuyaniyê ev tişt hatin gotin: “Hevalê me Goran Dêrik milîtanek têkoşer bû. Di sala 2009’an de tevlî nava têkoşîna şoreşger bû. Di destpêka îlankirina YPG’ê de roleke pir girîng lîst. Ji bo hevaltî û fedakariyê mînakek bû. Em soz didin heval û gelê xwe ku em ê têkoşînê heta pêkanîna armancên ku hevalên me dixwest, bidomînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Rojavayê Kurdistanê hate kirin ku xwedî li cenazeyê Goran Dêrik derkevin.