Yildirim ji bo bazareke din a qirêj bike tê Elmanyayê

Serokwezîra Elman Angela Merkel wê 15'ê Sibatê malovaniyê ji Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim re bike. Hevdîtin li ser daxwaza Tirkiyeyê tê kirin û tê payin ku bi desthilatdariya Erdogan re bazariyeke din a qirêj bê kirin.

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ku ji bo tevlî Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ya Navneteweyî bibe tê Elmanyayê, wê bi Serokwezîra Elman Angela Merkel re rûnê. Hikumeta Merkel bersiva erênî da daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo hevdîtinê.

Berdevkê hikumeta Merkel Steffen Seîbert diyar kir ku hevdîtin wê 15'ê Sibatê roja Pêncşemê li avahiya Serokwezaretiyê pêk were û got, "Di hevdîtiNê de tevî têkiliyên navbera her du welatan wê mijarên rojane yên navneteweyî jî bên nirxandin."

Tê gotin, di hevdîtina her du lîderan de wê rewşa rojnamevanê welatiyê Elman Denîz Yucel bê nirxandin. Ji bo berdana Yucel, Elmanyayê beriya niha gelekî hewl da bû lê ti encam ji bangên Elmanyayê derneketibû.

Seîbert di civîna çapemeniyê ya duh de got, "Hikumeta Tirk divê hemû welatiyên Elman ên ji ber sedemên siyasî girtî ne berde." Desthilatdariya Erdogan jî welatiyên Elman bi bazariyê berdide.

Nûçegihanê Tirkiyeyê yê rojnameya Dîe Welt Denîz Yucel, ji bo ku li ser nûçeyên der barê e-postayên Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê yê Tirk Berat Albayrak bang lê hatibû kirin ku îfadeyê bike û dema ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê roja 14'ê Sibata 2017'an hatibû binçavkirin.

Tecrîda dewleta Tirk a li ser Yucel, piştî ku 4'ê Mijdara 2017'an polîsên Elman li Dusseldorfê êrîşî Kurdan kirin û heman rojê Gabrîel û Çavûşoglû li Antalyayê bi rengekî ne fermî li hev rûniştin, hatibû rakirin.

Denîz Yucel jî meha bihurî nameyek ji girtîgehê şandibû û gotibû, ew naxawze bibe mijara bazariya qirêj a navbera her du welatan. Ji ber ku yek ji welatiyên Elman ên ji aliyê dewleta Tirk ve dîl hate girtin, parêzvanê mafên mirovan Peter Steûdtner di encama bazariya qirêj a navbera Berlîn-Enqereyê hatibû berdan.

Ji 10 welatiyên Elman ên ji aliyê rejîma Erdogan ve dîl hatin girtin, 4 ji wan bi vî rengî hatibûn berdan. Tevî Yucel hê 6 welatiyên Elman li girtîgehên Tirkiyeyê ne. Tê payin ku Yildirim li Berlînê di berdêla berdana rehîneyan de ji hikumeta Merkel bixwaze ku destekê bide hewldana wan a ji bo dagirkirina Efrînê.

Bi taybetî wê bixwaze ku hikumeta nû ya Elman, îhaleya nûjenkirina tankên ku li dijî Efrînê bi kar tîne erê bike. Ji ber ku herî dawî Wezîrê Karên Derve yê Elman Sîgmar Gabrîel dabû xuyakirin ku heta hikumeta nû ava bibe, tevî plana nûjenkirina tankên Leopard, firotina çekan ji bo Tirkiyeyê hatiye rawestandin.