Yildirim: Divê 6 rojnamevan demildest werin berdan

Serokwekîlî Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, di civîna Giştî ya Meclîsê de axivî û bal kişand ser rojnamevanên ku ji 25’ê Kanûnê û vir ve di bin çavan de ne.

Serokwekîlî Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, li meclîsê der barê rojnamevanên ku 18 roj in di bin çavan de ne axivî û got, “Derya Okatan ev 18 roj in di bin çavan de ye.

Rewşa wê ber bi xeteriyê ve diçe. Pêwîstiyên wê yên esasî jî bi cih nayên. Ji ber vê yekê jî divê ev 6 rojnamevan demildest bên pêşberî dadgeheke adil û werin berdan.”
Yildirim ev anîn ziman: “Midûrê Berpirsê Ajansa Nûçeyan a Etkînê ev 18 roj in di bin çavan de ye. Mahîr Kaya beriya hefteyekê bû bav, lê ev 18 roj in di bin çavan de ye. Mamoste Tunca, Emîr Çelîk, Metîn Yolsu, û Eray Saygin jî xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê,  Ajansa Nûçeyan a Etkînê û Rojnameya Bîrgunê ne. Di heman demê de Derya Okatan ev 18 roj in di greva birçîbûnê de ye. Rewşa wê ber bi xeteriyê ve diçe. Pêwîstiyên wê yên esasî nadinê. Ji ber vê yekê jî divê ev 6 rojnamevan demildest bên pêşberî dadgeheke adil û werin berdan.”

Yildirim, sedema taloqkirina dadgehê wiha ragihand; “Parêzer got ku dozgerê dosyayê çûye destûra salane. Wê niha çawa be? Ger ku dozgereke biçe betlanê li welat daraz bi dawî dibe? Bersiveke wisa nabe.”

Yildirim, girtina 5 kesên ku Endamê Meclîsê ya Partiya HDP’ê Bayram Altûn û Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê  Salîh Akdogan jî tê de ne, bi bîr xist û wiha axivî, “Ev yek jî dide nîşandan ku Rewşa Awarte ne wek yasayeke tedbîrê ye, wek rêbazeke cezakirinê , wek rejîm tê bikaranîn. Li cihekî ji ber ku dozger li betlaneyê ye, 8 roj; li cihekî din jî bêyî parêzer bên agahdarkirin, 19 roj in di bin çavan de ne. Em vê yekê wek darbeyeke siyasî dinirxînin.”