Yek ji sê 'radîkalên' ji Elmanyayê bên dersînorkirin Tirk e

Hat ragihandin, ji Îslamiyên tund ên li Elmanyayê weke 'xetere' tên dîtin, ku êrîşa terorîstî bikin, wê 100 jê bên dersînorkirin. Tê gotin, yek ji sê parên van, welatiyên Tirk e.

Li gorî nûçeya Sonntagszeîtûng, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ewlekariyê, li gelemperiya Elmanyayê bi qasî 950 Îslamiyên tund weke 'xetere' hatine qeydkirin. Di nûçeyê de hat ragihandin, du ji sê parên van kesan welatiyên Elmanyayê yan jî welatekî din ê Yekîtiya Ewropayê ye. Hat destnîşankirin, ji ber vê yekê tenê 100 ji van wê karibin bên dersînorkirin.

Rojnameyê ragihand, di nava 100 Îslamiyên tund ên 'xetere' tên dîtin û dibe ku bên dersînorkirin, ji sedî 30 welatiyên Tirkiyeyê ne û yek ji çar paran jî ji welatên bakurê Afrîkayê ne. Di nava van kesan de, di serî de Çeçen welatiyên Rûsyayê jî hene.

Rojnameya Frankfûrter Allgemeîne jî diyarkir, ji destpêka salê û vir ve 10 Îslamiyên tund ên 'xetere' hatine dersînorkirin û 7 ji van jî Tûnisî ne.

Serokê Daîreya Krîmînal a Federal (BKA) Holger Munch çend roj beriya niha ji qenala ZDF re axivî bû û diyar kiribû, hejmara kesên 'xetere' yên rîsk heye ku li Elmanyayê êrîşa terorîstî bike, 650 ye.

Li Elmanyayê, herî dawî di 19'ê Kanûnê de çeteyekî Tûnisî yê bi navê Anîs Amrî bi qemyonê dabû nava sûka Noelê û 12 kes kuştibû.