Xweranegirtina polîsên Elman li wêneyê Ocalan
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, ji bo azadî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê hate danîn. Çalakî wê heta roja Înê bidome.
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, ji bo azadî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê hate danîn. Çalakî wê heta roja Înê bidome.
Stand ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Freîbûrgê ve li navenda bajêr hate danîn. Li ser rewşa Ocalan bi sedan belavok hatin belavkirin û raya giştî hate agahdarkirin.
Polîsên Elman bi rengekî kêfî nêzî standa agahdarkirinê bûn û posterên Ocalan daxistin. Çalakgeran diyar kirin ku wan beriya çend rojan ji bo destûrê serlêdan kirine û dan xuyakirin ku helwesta polîsan helwesteke kêfî ye.