Xebata herî baş ya darazê krîmînalîzekirina mirovane
Xebata herî baş ya darazê krîmînalîzekirina mirovane
Xebata herî baş ya darazê krîmînalîzekirina mirovane
Rojnameger Sultan Guneş Unsal ku di doza komîteya çapemeniya KCK’ê parastin kir û got: “Di serhildaneke biçûk ya muxalîf de mirov tên krîmînalîzekirin, marjînalkirin û ji civakê tên durxistin. Ev jî xebata herî baş ku heta îro roj daraz pêk tîne ye.”
Danişîna ku li ser îtîraza parêzeran, saetekê navber danê û piştre danişînê dîsa berdewam kir. Danişînê bi parastina rojnameger Sultan Guneş Unsal berdewam kir.
Unsal da zanîn ku parastin ji bo min pir zehmet tê û sedema vê jî eve ku bi salane rojnamegeriyê dike û got niha neçare ji darizandina pîşeya xwe biparêze. Unsal got doz ne hiqûqiye, siyasiye û got mixabin wek hemû hevalên me jî dibêjin,em li vir çi bêjin jî ji aliyê heyetê ve baldar nayê girtin.
Unsal wiha got: “Sedema destpêkirina min ya rojnamegeriyê şert û mercên Tirkiyê bûn. Di darbeya 12’ê îlonê de ez hêj 15 salî bûm. Ez li Enqreyê dijiyam. Min jî para xwe ji darbeyê girt û ez ketin pey rastiyan. Ez 15 caran li dadgehan hatin darizandin. Serhildaneke biçûk ya muxalîfan mirov tên krîmînalîzekirin û marjînalkirin.”
Danişîn piştî navbera nîvro dê bi parastina Unsal bidome.