Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
"Li Rojavayê Zapê û Metînayê, êrîşên hêzên artêşa Tirk ên li ser gerîla dewam dikin. Di navbera 12-20'ê Hezîranê de 5 caran bi teqemeniyên giran, 45 caran bi droneyên bombebarkirî û gazên kîmyewî, 43 caran bi kepçe û sondajan, bi sedan carî jî bi çekên giran, top û obusan êrîşî çeper û tunelên gerîla hate kirin. Hêzên me yên gerîla jî di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan van êrîşan.
Êrîşên li ser hêzên me û bersivên ku ji êrîşan re hatin dayin bi vî rengî ne;
Êrîşên artêşa Tirk;
15, 17 û 19'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 5 caran bi teqemeniyên xurt hatin bombekirin.
Di navbera 12-18'ê Hezîranê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 23 caran bi droneyên bombebarkirî û gazên kîmyewî hatin bombekirin.
Di navbera 11-14'ê Hezîranê de li Herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê, Bêşîlî, Dergelê 22 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
Di navbera 12-19'ê Hezîranê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 43 caran hewl hate dayin ku tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi kepçe û sondajan bêne hilweşandin.
Di navbera 12-20'ê Hezîranê de li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Bêşîlî, Serê Metîna, Dergelê, li Herêma garê qadên Dêreşê, Girgaşê, Deşta Kafya, Mijê, Girê Kun, Girê Zengilê, Zêvkê, Heftebax, Spîndarê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qaden Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Bahar, li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Sinînê bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
Bersivên ku ji aliyê hêzên me ve hatin dayin;
13, 15, 16 û 19'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hêzên me yên YJA Starê bi teknîkê li hedefên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê xistin ku di pozîsyona êrîşê de bû. Droneyeke artêşa Tirk hate xistin.
16, 17, 18 û 19'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê bi teknîkê li hedefên li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê hate xistin, ku di pozîsyona êrîşê de bû.
12, 13, 14 û 16'ê Hezîranê li Herêma Metînayê hedefên ku li Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna û Bêşîlî di pozîsyona êrîşê de bûn û bangên bi heqaretê li hêzên me dikirin, bûn hedefa hêzên me yên bi pêşengiya YJA Starê. 3 droneyên artêşa Tirk hate xistin, 2 drone jî hatin desteserkirin."